Netanyahu: Bila hêzên Îranê ji Sûriyê derkeve

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu ji Amerîka û Rûsya re gotiye, divê hêzên Îranî ne ku tenê ji başûrê Sûryê, li ji tevahiya Sûryê derkevin.

Her wiha hate ragihandin, ku Netanyahu ji Putin re gotiye: Em ê êrîşên xwe li dijî hêzên Îranî li seranserî Sûryiyê berdewam bikin, da ku em rê li ber firehbûna Îranê li Sûriyê bigirin.

Ji aliyê xwe ve, emîndarê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Îranî Elî Şemxanî di daxuyaniyekê de ragihand, ku şêwirmendên serbazî yên Îranî li Sûriyê hene û piştevaniya Artêşa Sûriyê dikin, lê ti şêwirmendekî Îranî li başûrê Sûriyê tune û got:

"Hebûna me li Sûriyê li ser daxwaza Hikûmeta wî Sûriyê bûye û emê berdewam alîkariyan pêşkêşî Sûriyê bikin."

Berî niha, nûnerê Rûsya di Netewên Yekgirtî de ragihandibû, ku rêketin li ser başûrê Sûriyê hatiye kirin û piştî çend rojan, wê xalên rêketinê bên bicîkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin