Nerazîbûn: Gelo çima roja damezrandina Artêşa Iraqê betlane ye?

Rêxistinên civaka sivîl îro li Hewlêrê li dijî artêşa Iraqê kom dibin û daxwaz dikin betlaneya roja damezrandina artêşa Iraqê ji lîsta betlaneyên salane ya Herêma Kurdistanê bê derxistin.

Rêbaz Yûsif ku yek ji serperiştên xwepêşandanê ye ji K24ê re got: “Salane li dijî roja damezrandina artêşa Iraqê li pêş nivîsgeha parlemantoya Iraqê li Hewlêrê derdikevin xwepêşandanê, bi armanca ku ji hikûmeta Herêma Kurdistanê bibêjin, pişûya roja damezrandina wê artêşê li Herêma Kurdistanê bê hilweşandin. Ji ber ku heger li dîrokê binêrin, di dirêjahiya dîrokê de ew artêş nebûye qazancê gelê Kurd, belkû komkujî bi serê gelê Kurdistanê aniye.”

Got jî: “Em ji helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeran in, ji ber ku sala par jî me daxwaz kiribû ew pişû bê hilweşandin, lê îsal em dixwazin bi awayekî dikin dawazê bikin, ku li şûna roja damezrandina artêşa Iraqê, rojek ji Pêşmerge re bê diyarkirin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin