Nemsa 7 mizgeftan digire û meleyên tirk dersînor dike!

Hat ragihandin ku hikûmeta Nemsayê biryara girtina 7 mizgeftan û dersînorkirina 60 melayên tirk daye.

Serokwezîrê Nemsayê Sebastian Kurz diyar kir ku hikûmeta wî biryara girtina 7 mizgeftan û dersînorkirina 60 melayên tirk daye.

Ev biryara Hikûmeta Nemsayê piştî wê yekê hat, ku hejmarek ji girte vîdyoyên nava wan mizgeftan li ser torên civakî hatine belavkirin û tê de bêrêzî bi cihûyan hatiye kirin û di wan vîdyoyan de jî diyar dibe ku hin mela zarokan fêrî tundiyê dikin.

Di nava mizgeftan de bi ala Tirkiyê merasîmek hatibû lidarxistin û ev yek rastî rexneyên tund hatibû.

Li gorî medya Nemsayê, ew mizgeftên hatine girtin, ji aliyê karsazekî Tirk ve hatine avakirin û piraniya melayên wan mizgeftan bi regez tirk in.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin