”Nehêlin çekên Almanî ji bo armancên dagirker bikarbînin”

PAK-Ewrûpa, li ser bikaranîna tankên loapard û çekên din ên Almanî ji alîyê artêşa Tirk, ji seroka Almanyayê daxwaz kir nehêlin ku Tirk van çekan li dijî gelê Kurdistanî yê Efrînê bikar bînin.

PAK-Ewrûpa (Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpayê), li ser bikaranîna tankên loapard û çekên din ên Almanî ji alîyê orduya Tirk, ji seroka Almanyayê daxwaz kir nehêlin ku leşkerên Tirk van çekan li dijî gelê Kurdistanî yê Efrînê bikarbînin.

 

Nameya PAK-Ewrûpa îro şandiye ev e:

"Li gor agahdarîyên ku ji gelek alîyan ve digihîjin me û herweha agahdarîyên çavkanîyên navneteweyî jî vê yeke dipejirînin, ku hêzên Tirkîyeyê yê îşgalker tankên Leopard ên almanî li rojavayê Kurdistanê, li herêma Afrînê li hember jin, zarok û pîr û hemû kesên sivîl ku nikarin xwe biparêzin bikar tîne. Û herweha bi van êrîşan mîrasên kevintirîn yên dîrokî û hawîrdorê jî diherifîne.

Îşgala Tirkîyeyê ku bi navê ”Şaxê Zeytûnê” bi nav dike, ne ji bo parastina sînorên xwe ye, paraloya ”sêva sor” e ku li gor tezên Osmanî-Îslamî tê maneya îşgal û berfirehkirina hukumdarîyê ye.

Ev yek li ber çavên dunyayê diqewime. Em lanetê li van kirinên Turkîyeyê dibarînin û em ji Almanya Federal dixwazin ku ji Tirkîyeya ku endama NATOyê û berendama Yekîtîya Ewrûpayê ye re bibêje dev ji êrîşkarîya xwe berde û bisekinîne û qedexe bike ku çekên almanî ji bo armancên xwe yên îşgalker bi kar bîne".

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin