Nehat veşartin ku piştî Rojava dora Başûr e

.

Arif Qurbanî

Wê roja ku lehiyê li bajarê Çemçemalê da, min nivîsî ku divê em hezar caran şikir bikin ku wê karesata xwezayî di ronahiya rojê de rû da, eger di derengiya şevê de bûya, dûr nebû ku bi hezaran kes bibûna qurban.

Ji bo wê êrişa ku li ser Rojavayê Kurdistanê hat kirin jî bi heman awayî divê em gelekî spasdar bin ku ew êriş li ser wê beşa laşê me ya li Rojavayê bû, çimkî eger bûyer li Başûr bûya û êriş li ser Herêma Kurdistanê bûya, dûr nebû ku Kurdên li Başûr bi tenê hatibûna hiştin.

Ez bawer nakim ti Kurd mabe ku ji wê rastiyê fêhm nekiribe ku metirsiya li ser her beşeke Kurdistanê, ne tenê metirsî ye ji bo parçeyên din, her wiha li ser tevahiya neteweya Kurd a li kîjan dera vê dinyayê bijî bila bijî jî gefek e.

Tiştê li Rojavayê Kurdistanê rû da, destpêka komployeke mezin bû ji bo hemû Kurdan. Ewên ku endazyarên wê komployê bûn, ew rastî veneşart ku piştî Rojavayê dor a Başûr e lê her li Rojavayê xewna neyarên Kurdan hat binaxkirin û Rojava û Başûr û hemû Kurd bi serbilindî ji wê komployê rizgar bûn.

Ji ber gelek sedeman ku li vir cihê gotina wan nîne, eger destpêka wê komployê ji Başûr ve dest pê bikira, ne tenê ew hest û soza piştevaniya Kurdan û cîhanê çênedibû ku niha ji bo Rojavayê çêbûye, berevajî vê, bûyer dê bibûya sedema pirtir jihevketinê; eger bi temamî jî piştrast bûna ku piştî Başûr metirsî û gef diçûn ser Rojavayê jî dê ev piştevanî çênebûya. Wekî çawa berê ne ji bo Enfal û Helebceyê ne ji bo Şingalê û ne jî ji bo dagirkirina Kerkûkê ew hevhelwestî tunebû.

Li vir tevî gelek tiştên din jî divê qewareya Kurdan a li Başûr wekî xala bingehîn û hîmê yekrêziya Kurdan di vê rewşa Rojavayê de were teswîrkirin. Herêma Kurdistanê bû dînamoya wê tevgera siyasî, girseyî û dîplomatîk ku Kurd bir qonaxeke din. Ev ji bo dîrokê cihê pêzanînê ye ji bo her yek ji wan kesên ku rola wan tê de heye.

Lê ya ku li Başûrê Kurdistanê pêwîst bû rola sereke ya di komkirina cudahiyan bigirta û bibûya navenda sereke ya komkirina Kurdan a li dora hev û bibûya mifteya vekirina deriyên cîhanê ya li ber Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê bû ku ti rol nelîst. Di demekê de ku ji Knesseta Îsraîlê bigire heta parlamentoyên piraniya welatên Ewropayê, Kongreya Amerîkayê û heta Parlamentoya Portugalê jî rûniştinên xwe yên taybet ên ji bo bûyerên Kurdistanê û dîtina mekanîzmayekê ji bo parastina Kurdan kiribûn lê ew Parlamentoya Kurdistanê ne amade bû yek civînê jî ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê saz bike.

Li vir pêwîst e em Parlamentoya Îraqê wekî mînakekê bînin ziman ku li gorî destûr û yasayên berkar diviyabû rêkarên hilbijartina Serokkomar û pêkanîna hikûmetê bigirta ber xwe lê ji ber wan pirsgirêkên ku li ser diyarkirina namzedên serokkomar û serokwezîr hene, demên destûrî hatine binpêkirin.

Lê ev nebûye sedem ku parlamento deriyê avahiya xwe bigire û bi hinceta ku Kurd û Şîe di nav xwe de li ser postên serokkomar û serokwezîr li hev nakin ti civînê saz neke.

Tiştê li Kurdistanê qewimiye ew e ku ji ber nakokiya PDK û YNKyê ya li ser postên hikûmetê, Parlamentoya Kurdistanê deriyê avahiya xwe girtiye. Di demekê de ku diviyabû parlamentoyê karê xwe bikira heta eger pêkanîna hikûmetê çend jî dereng biketa.

Di demekê de ku di yekem civîna beriya salekê de Serokê Temen (yê herî bi temen) hatiye diyarkirin û dikaribû vî endamê herî bi temen ê parlamentoyê ku rola serokê parlamentoyê spartiye wî, erkên serokatiya rûniştina parlamentoyê bi rê ve bibira, di demekê de ku ew ne beşek bû ji nakokiya PDK û YNKyê. Bi her halî, wekî ti hest û berpirsyariya din a neteweyî û niştimanî ew wêrekî neda wan ku dest bi civînên parlamentoyê bikin; diviyabû van bûyerên Rojavayê Kurdistanê, her wekî çawa ji bo her ferdê Kurdan ê li hemû parçeyên Kurdistanê û diyasporaya Kurdan a li seranserê cîhanê bûbû cihê rawestanê (helwestê), qet nebe diviyabû ew sed jin û mêrên "Xwedêdayî" yên Herêma Kurdistanê jî ku navê wan endamê parlamentoyê ye, tenê ew qas wêrekiya wan hebûya ku yek civîneke parlamentoyê ya taybet ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê saz bikira û wan rûyê banga xwe bigihanda cîhanê ji bo bihawarhatina Kurdan û parastina wan ji komkujiya ducare.

Em bêjin nakokiya PDK û YNKyê ya li ser post û desthilatên hikûmetê gihiştiye wê astê ku giringiyê nadin parlamentoyê, kî rêgir bû li ber wê yekê ku fraksiyoneke parlamentoyê ji hêzên din ên li derveyî PDK û YNKyê, banga civîneke bi wî rengî bikira?

Nifşê Nû (Newey Niwê) wekî girseya herî mezin a mixalefetê ku serokê demkî yê parlamentoyê li cem wan e, çima ji bo gaveke wiha amade nebû? Ê Yekgirtû, Helwest û yên din? Çima tewr yek parlamenter jî amade nebû daxuyaniyekê belav bike û daxwaza civîneke awarte ya parlamentoyê ya taybet bi Rojavayê Kurdistanê bike.

Gelo ne cihê şermezariyê ye ku sibe di rûpelên dîrokê de were nivîsandin ku parlamentoyên çend welatan civînên taybet li ser Kurdan saz kirine û tenê parlamentoya "tikîtenê" ya Kurdan a li Başûr ti helwesta wê tunebûye.

Di germahiya şerê navxweyî yê PDK û YNKyê de, di demekê de ku rojane çendîn kes ji hev dikuştin, hejmareke zêde ya parlamenterên wan her du partiyan, berevajî biryara siyasî ya partiyên xwe, di nav Parlamentoya Kurdistanê de li dijî şerê navxweyî dest bi grevê kir.

Li dijî wê banga serkirdeyên xwe derdiketin ku av dikişandin aşê Kurdkuştiyê lê îro di nav sed endamên parlamentoyê de em nebûn guhdarê dengê tenê yek parlamenterî jî ku berevajî biryara partiya xwe be ku biryara pêşwext heye ji bo neçûna parlamentoyê, ev ji bo xatirê Rojavayê Kurdistanê û ji ber wan gef û metirsiyên li ser neteweya wî, qet nebe her biçe hewşa parlamentoyê û heke tiştekî neke jî tenê daxwaza civînekê bike.

Ev wê rastiya tal diselmîne ku berevajî wan propagandayan ku em ji bo azadî, helwest û wêrekiyê dikin, me çi qasî vekişîn kiriye. Kalîteya parlamento û parlamenteran daketiye çi asta guhdarî û koletiyê. Ne tenê hestkirina bi berpirsyariya li ser milê xwe ya di xistina ser rê ya pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê, tewra êriş û leşkerkişiya ji bo komkujiya miletê wan jî wan ji xewê şiyar nake. Lê heq ew bû parlamenteran piştî vê bûyera dîrokî, wekî helwesta herî hêsan dev ji kar berdana.

Ji bo Kurdên li Başûr jî cihê pirsê ye, gelo Herêma Kurdistanê êdî pêdiviya wê bi mana parlamentoyê heye? Avahiyeke bêgiyan û bêhelwest, mana wê çi xizmetê ji bo pêvajoya siyasî ya welêt dike?

Ma ne heq e ewên ku deng dane wan nûneran, ji dengên xwe poşman bibin û daxwaza nehiştina wê bikin? Eger her ji bo nav û ji bo şeriyeteke rûkêş a hukimraniya Herêmê jî pêwîstiya we pê heye, qet nebe daxwaza hilbijartineke din bikin da ku hinek kesan diyar bikin ku bi kêmanî hesta wan a herî kêm a berpirsyariyê hebe.

Çavkanî: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

"Meseleyên Evînê" Çap Bû
LÊKOLÎN - Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê gihişt ji sedî 99an
Herêma Kurdistanê û Amerîka tekezî li ser çaksaziya hêzên Pêşmerge dikin
Perdeya li pişt gotûbêjan: Îran li beramberî rakirina sizayan çi dide?
Xaça Sor: Em çarenivîsa windayên li Helebê dişopînin