Necmedîn Kerîm:"Kosret li hember dijminên gelê me weke çiyayekî ye"

Kosret, pêşmergeyekî qehreman, zilamekî pola ye û li hember dijminên gelê me, bûye weke çiyayekî.

Di 13ê Mijdara 2017an Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Necmedîn Kerîm serdana Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl kir.

Necmedîn Kerîm di serdanê de ragihandiye: “Heval Kosret Resûl ji bilî ku Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê ye, herwiha pêşmergeyekî qehreman, zilamekî pola ye û li hember dijminên gelê me, bûye weke çiyayekî.”

Kerîm herwiha diyar kiriye: “Kak Kosret her dem canfedayê rêya rizgariya gelê me bû û destan û şoreş tine ye ku wî xwîna xwe têde nerijandibe. Lewma em ji Xweda daxwaz dikin ku di demeke herî nêz de rewşa tendirustiya wî baş be û Xwedê wî ji bo neteweya me bihêle.”

Roja şemiyê 11ê Mijdara 2017an Kosret Resûl rakirin nexweşxaneyê. Wezîrê Tendirustiyê ragihandibû ku neştergerî bo Kosret Resûl hatiye kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin