Nêçîrvan Barzanî: Yekrêzî, yekane rêya parastina maf û destkeftan e

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêncşemê 8ê Nîsana 2021ê ligel hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya. 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêncşemê 8ê Nîsana 2021ê ligel hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de ku Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê jî amade bûn, rewşa Iraq û navçeyê, peywendiyên derekî yên Herêma Kurdistanê, serdana Nêçîrvan Barzanî bo Fransayê, rola Herêma Kurdistanê di hevkêşeyên siyasî yên nû de, peywendiyên Hewlêr – Bexda, diyaloga stratejiya Amerîka – Iraq û beşdarî û rola Herêma Kurdistanê ya tê de, hilbijartinên Iraq, rewşa navxwe û peywendiya di navbera pêkhat û aliyên siyasî de hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de ji bilî dûpatkirina destxweşî û pêzanînên ji bo destpêşxeriya Serokayetiya Herêma Kurdistanê û komkirina hêz û aliyên siyasî, di keşekî eşkere û vekirî de kêşe û dilgiranî xistin rû û tekez li ser pêwîstî û girîngiya yekrêzî, tebayî, guftûgo û hevdû têgihiştina li navbera aliyên siyasî da ya ji bo çareserkirina kêşeyan kirin.

Herwiha di kombûnê de pejirandina yasaya budceya Iraqê ji hengavekî erênî ya ber bi pêşveçûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê dane zanîn û hêvî xwestin yasa bê bi cîhkirin û karvedaneke erênî li ser jiyan û guzeraniya welatiyan û rewşa aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê hebê û rêxweşker bê ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera her du aliyan ya li ser bingeha destûr û di çarçoveya sîstema federalî de.

Di civînê de tekez kirin ku rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û desteberkirina mafên destûrî, parastina destkeftan û hengavên ji bo paşerojeke baştir, rastbînî û hestkirina bi berpirsiyariya hemuyan, pêkvekarkirin, hevbeşî, tebayî û yekrêzî dixwazê û bi girîngiyê ve tekez li proseya çaksazî û karkirina ji bo baştirkirina debara welatiyan û pêwîstiya parastina azadiyan û azadiya raderbirîn û danîna çarçêwe û mekanîzmeke ji bo berdewamiya van civînan kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji bo bi deng ve hatina vexwendinê û sazdana vê civînê spasî hêz û aliyên siyasî kir û dûpat kir ku take rêya derbaskirina kêşe û qeyranan û parastina maf û destkeftan û pêgeha destûr û federaliya Herêma Kurdistanê, tebayî û pêkveyî û yekrêzî ye, Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî bi vê navê da berdewam dibê û bi sêwan û keprê komkerê hemuyan dimîne.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin