Nêçîrvan Barzanî: “Wextê başkirina şertên jiyana hemwelatiyan hatiye”

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê Stephen Hickey û heyeta pê re qebûl kir. Li gor ragihandina serokatiya herêmê; di hevdîtinê de li ser tehdîda İŞİD ê ya ku niha derketiye pêş û talûka wê ya li ser îstîqrara Iraqê axifîn.

Barzanî di hevdîtinê de behsa desteka hêzên koalîyonê ya li dijî terorê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û her weha behsa pêdiviya hevkarî û koordînasyona Herêma Kurdistanê û Iraqê bi hêzên hevpeymaniyan ve bo rakirina tehdîda İŞİD ê kir. Barzanî weha got:

“Wext hatiye ku piştî ew çend salan partiyên Iraqî vîzyonekî çêbikin da şertên jiyana hemwelatiyan baş bikin û bo biserbikevin, amadekariya xwe bikin.”

Di hevdîtinê de balyozê Brîtanyayê yê Bexdayê Stephen Hickey ragihand ku ew bi êrîşên di serî de, Hewlêr û Herêma Kurdistanê dikin hedefa xwe, ji wan bi endişeye û êrîşan bi tundî şermezar kir. Hickey got ku ew êrîş bi giştî bandorê li ser îstîqrara Iraqê dikin.

Di hevdîtinê de li ser babetên têkiliyên Herêma Kurditanê û Iraqê bi Brîtanya re, seredana Nêçîrvan Barzanî ya bo Bexdayê, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, qanûna budçeya sala 2021 ê ya Iraqê û mijara dadgeha federal ya Iraqê, rawestiyan.

Mijarên din yên her dû teref li serê axifîn; hewlên serokatiya Herêma Kurdistanê bo yekkirina terefên siyasî, hilbijartinên di pêşde bênkirin, rola civaka navdewletî ya di çareserkirina pirsgirêkên Iraqê de, xurtkirina dezgeyên hukumetê, fêdedîtina ji desteka navdewletî, rewşa Iarqê ya aboriyê, bandora Kovid-19ê û rewşa şertên jiyana penaberên li Kurdistanê hebûn.

Kurdistan Haberleri

Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan