Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbarên Dr. Qedrî Yildirim û Keremê Seyad dike

.

Serokê Herêma Kurdistanê hevxemiya ligel malbatên her du koçkirina nîşan da. 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bi boneya koça dawiyê ya nivîskar û siyasetmedarê kurd Prof. Dr. Qedrî Yildirim û nivîskar û rojnamevan Kermê Seyad, peyameke sersaxiyê arasteyî malbatên her du koçkiriyan kir.

Serokê Herêma Kurdistanê li hejmara xwe tora civakî “Twiiter” nivîsî: “Ji bo koça dawiyê ya nivîskar û akademîsyenê Kurd Profesor Dr. Qedrî Yildirim û nivîskar û medyakarê navdarê Kurd Keremê Seyad, ji malbat û kesûkar û dost û hevalên wan re sersaxî dibêjim, hevparê xema wan im. Hêvîdar im Xwedayê mezin canê wan bi dilovaniya xwe şad bike.”

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Prof. Dr. Qedrî Yildirim roja 26ê Adarê li nexweşxaneyeke Diyarbekirê koça dawî kir.

Prof. Dr. Qedrî Yildirim ku pêştir parlamenterê bajarê Sêrtê berî koçkirinê bi 2 rojan ji ber nexweşiya xwînbûna mejî, ji bo nexweşxaneyeke taybet a Diyarbekirê hatibû veguhastin, lê ji ber giraniya nexweşiyê, pêr koça dawî kir.

Herwiha nivîskar û rewenbîrê kurd ê Ermenistanê û Rêveberê Radyoya Yêrîvanê yê pêştir Keremê Seyad duhî 27ê Adarê li Yêrîvanê koça dawiyê kir.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye