Nêçîrvan Barzanî: Şerefmend im ku pêşwaziya Papa Francis dikim

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî pêşwazîkirina Papa Francis li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema pêşwazîkirina Papa de got: “Em bi hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê şanazî bi serdana we dikin û her tim li gel aştî û diyalogê ne.”

Nêçîrvan Barzanî ji Papa Francis re ragihand, “Bi navê Herêma Kurdistanê gelek bi germî bixêrhatinê li qedaseta Papa Francis dikin… Serdana we bûyereke dîrokî ya mezin e û cihê şanazî û kêfxweşiyê ye. Em bi hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê şanazî bi serdana we dikin. Baweriya me ya temam bi azadî û fireayînî heye.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha di peyama xwe ya ser twitterê de jî bal kişand ser pêgiriya her timî ya ji bo aştî, azadiya olî û biratiyê û wiha got:

“Di destpêka seredana wî ya Kurdistanê de, şerefmend im ku li Hewlêrê pêşwaziya Papa Francis dikim. Em dîsa pêgîriya xwe ya hertimî ji bo aştî, azadiya olî û biratiyê tekez dikin. Serê xwe li ber Pêşmergeyên qehreman û tevaya şehîdên rêya aştî û azadiya hemû Îraqiyan ditewînin.”

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir