Nêçîrvan Barzanî piştgirî da hewlên Selahedîn Behaedîn

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn li hev civiyan.

Di hevdîtinê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê ji vê xitimandinê derkeve.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Sekreterê Yekgirtûyê, di civînê de rewşa navxwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser dîtina rêyên çareseriyê kir da ku krîz werin derbaskirin.

Wan destnîşan kir ku divê dawî li xitimîna siyasî ya li Herêma Kurdistanê were.

Piştgiriya ji bo înîsyatîvan

Serokê Herêma Kurdistanê, piştgiriya xwe ya tam ji bo hewlên Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê anî zimên.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser girîngiya berdewamiya hewl û înîsyatîvan ku ji bo berjewendiya giştî ya Herêma Kurdistanê ne.

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî ji ber ku piştgirî dide hewlên wan spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Di mijareke din a civînê de jî Nêçîrvan Barzanî û Selahedîn Behaedîn rewşa giştî ya herêmê û bandorên wê yên siyasî û aborî nirxandin.

Kurdistan Haberleri

Gaveke dîrokî: Pêşmerge bi tememî bûn yek
Mesrûr Barzanî: Em di yekkirina hêzên Pêşmergeyan de bi ser ketin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk doza Kurdî li Bakur û Rojava dinirxîne
Peyama kak Mistefa Hicrî li derheq êrîşa neheqî bo ser bavê şehîd Jîna Emînî
N. Aso Minberî: Mangirtin, Rapersîyeke Berdewam