Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Çalakvan Nûjîn Mistefa kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li keça çalakvan a Kurd û berevankara mafên penaberên Sûriyê yên li derveyî welatî, Nûjîn Mistefa kir û piştgiriya xwe jê re nîşan da.

Li gorî daxuyaniya ofîsa serokwezîriyê, Nûjîn Mistefa di vê hevdîtinê de bi kurtî behsa kar û çalakiyên xwe yên jibo berevanîkirina li mafên penaberên Sûriyê yên li derveyî welat kir û hêvî kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokwezîr piştevan û hevkarê karû çalakiyên wê bin, bi taybet ku ew dixwaze bo ximzetkirina zêdetir a penaberan rêxistineke komkirina hevkariyan damezrîne.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî di hevdîtinê de destxweşî li çalakvana Kurd a ji bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê kir û piştgiriya xwe jê re jibo serxistina kar û çalakiyên wê nîşan da. Nêçîrvan Barzanî herwiha hêvî kir, ku Nûjîn Mistefa lis er asta navdewletî û herêmî berdewam be, daku bêyî ciyawazî bibe dengê hemû pêkhateyên Sûriyê, bi vê hêviyê ku rewşa wê derê asayî bibe û hemû penaber bikarin vegerin ser mal û hale xwe û dest bi jiyana xwe ya asayî bikin.

Nûjîn Mistefa keçeke Kurd a xwedî pêwîstiyên taybet e û xelkê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê û berî çend rojan bi armanca beşdarbûna di programa TEDX Niştiman serdana Başûrê Kurdistanê û Hewlêrê kiriye. Nûjîn Mistefa di wê programê de bedşar bû û ji amadebûyan re behsa çîroka jiyan û serkevtina xwe kir.

Nûjîn ji ber şer û vê rewşa ku li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê heye, penaber bûye û niha li Almanya dijî.

Nûjîn jibo ku xwe bigihîne Ewropayê, bi wê rewşa xwe ya taybet, zêdetir ji şeş hezar kîlomet rê bi pê, belem û otobusan derbas kiriye. Wê keça Kurd bi hevbeşî li gel Chiristina Lumb çîroka jiyana xwe ya birêketina ji Sûriyê ber bi Ewropayê ve bi navê Geşta Mezin a Keçeke Li ser Kursiya Kêmendamiê li Sûriyeya Welatê Şer, nivîsandiye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin