Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke serbazî ya Hevpeymanan civiya

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Cîgirê Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, General Richard Bell û şandeke pê re kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro li ofîsa xwe li Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînekê de li gel Cîgirê Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, General Richard Bell, rewşa dawî yê şerê dijî terorê û gef û metirsiyên DAIŞê li Iraq û Sûriyê, alîkarî û hemahengiya Pêşmerge û Artêşa Iraqê û erkê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, herdu aliyan derbarê rewşa heyî de nirxandineke realîte kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir û amaje bi giringiya rahênan û perwerdekirina Pêşmerge ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, General Bell di hevdîtinê de kêfxweşiya xwe ji bo alîkarî û hemehangiya hêzên Hevpeymanan li gel aliyên peywendîdar ên li Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir, ku hemahengî û alîkariya di navbera Pêşmege û Artêşa Iraqê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê pêwîst e.

Her du alî li ser girîngî û pêwîstiya alîkarî û hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Hevpeymaniya Navdewletî ji bo nehiştina hertimî ya DAIŞê, û alîkarî û hevbeşiya ji bo dabînkirina aramî û tenahiyê li Iraq û navçeyê hemfikir bûn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye