Nêçîrvan Barzanî ji bo Kerkûkê nameyeke fermî ji NY re şand

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re şand û tê de daxwaza zêdetirkirina rola navdewletî di cîbicîkirina madeya 140 û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

Nêçîrvan Barzanî di nameya fermî ya ji bo Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî û 15 welatên endamên Encûmena Asayişa Navdewletî şandiye re de, hejmarek daxwaz bi fermî pêşkeşî navenda biryara navdewletî kirin.

Hat diyarkirin ku di nameyê de, rewşa Kerkûk û navçeyên Kurdistanî daxwaza yekem a nameya Serokê Herêma Kurdistanê ye.

Hat zanîn ku weke aliyekê ku dewlet nîne û weke rêzgirtinek ji bo serweriya derveyî ya hikûmeta Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê nameya xwe ji bo serokatiya Encûmena Asayişa Navdewletî neşandiye û name arasteyê endamên encûmenê kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, bi nameya fermî re cara yekem li ser navê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî pêwendiyê bi endamên Encûmena Asayişa Navdewletî re li ser maf û daxwaziyên Herêma Kurdistanê pêk tîne.

Kurdistan Haberleri

CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir
Nêçîrvan Barzanî sibê seredana Bexdayê dike
Li Îranê pêla girtin û îdamkirina Suniyan: Kurd û Belûç di hedefê de ne
Çîrokên 3 ciwanên Urmiyeyî yên ku Îranê ew îdam kirine
Supaya Pasdaran bangî Trump kir: Hilbijartinekê bike