Nêçîrvan Barzanî ji bo banga Kazimî piştgirîya xwe ragihand  

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji bo banga Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî nîşan da ku Kazimî îro daxwaz kiribû, ji bo çareseriya bingehîn a kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê diyalogeke niştimanî were pêkanîn.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez piştevaniya banga Serokwezîr Birêz Kazimî dikim ji bo diyaloga niştimanî ya navbera aliyên nakok ên Iraqê û diyalogeke niştimanî ya rasteqîn a kûr ji bo rêkeftina yekcarî û çareserkirina bingeha kêşeyên Herêma Kurdistanê yên ligel hikûmeta federalî li gor destûrê.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 8ê Adara 2021ê di gotareke xwe de daxwaz kir ku ji bo rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê diyalogeke niştimanî bikin li ser hemû astan.

Kazimî destnîşan kir ku divê gotûbêj ji bo wê yekê bibe daku çareseriyeke bingehîn ji bo temamê kêşeyên navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê were dîtin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye