Nêçîrvan Barzanî: Gotinên Hesen Nesrullah cihê mixabinîyê ne

Nêçîrvan Barzanî derbarê gotinên Hesen Nesrullah peyamek belav kir û tê de ragihand ku ew cihê mixabinîyê ye ku kesekî weke Nesrullah bêyî berçavgirtina rola dîrokî ya Serok Mesûd Barzanî, hestên gelê Kurdistanê birîndar bike.

Navenda Nûçeyan- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê derbarê gotinên Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah yên li dijî Serok Mesûd Barzanî de peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Hesen Nesrulla di gotarekê de, dûr ji şêwaz û exlaqa sîyasî, bi şêweyeke nehêja derheq Serok Mesûd Barzanî, qurbanîdan û qehremanîya Pêşmerge de axivîye. Cihê mixabinîyê ye ku kesekî weke Hesen Nesrulla bêyî berçavgirtina rola dîrokî ya Serok Barzanî di rûbirûbûna rejîmên dîktator û rola meydanî ya şikandina DAIŞê de, bi vî şêwazê hestên gelê Kurdistanê birîndar bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir ku Pêşmerge bi serkirdatîya Barzanî roleke bibandor hebû ji bo dawîanîn bi zilmê û şikandina DAIŞê.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe dîyar kir ku rewşa navçeyê wê yekê dixwaze ku hemû alî kar ji bo aramkirin û vegerandina seqamgîrîyê wê bikin.

Nêçîrvan Barzanî her wiha dibêje, gelê Kurdistanê ti caran alîkarîya dostan ji bîr nekirîye û spasîya dostên xwe jî kirîye, ku di şerê DAIŞê de bûne alîkar.

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da