Nêçîrvan Barzanî gihîşt Enqerê

Bi boneya beşdarbûna merasîma sondxwarina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşte Enqerê. Barzanî, bi fermî bo merasîmê hatibû vexwendin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, tevî şandeke pê re gihîşt Enqerê.

 

Piştî ku Serokomarê Tirkiyê bi fermî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî vexwende Tirkiyê, şiroveyên derbarê başbûna pêwendiyên Tirkiyê û Kurdistanê de jî zêde bûne. Hinek şirovekar di wê baweriyê de ne ku piştî hilbijartinên Tirkiyê, zemîne ji bo nûkirina pêwendiyan çêbûye.

 

Îro merasîma sondxwarina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan  weke Serokê Tirkiyê birêve diçe.

 

Li ser daxwazeke fermî, ji aliyê Erdogan ve, Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re,gihîşt Enqerê û dê li gel hejmarek zêde ji serok û serokwezîrên cîhanî di merasîmê de beşdar bibe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin