Nêçîrvan Barzanî: Ev yasa ji bo xwîşk û birayên me yên Êzidî destpêkeke girîng e  

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî pejirandina proje yasaya jinên rizgarbuyiyê Êzidiyan ya li Encumena Nûnerên Iraqê, ragihand ku ew destpêkêke girînge ji bo qerebûkirina xwişk û birayên me yên Êzidî û piştrastîdana li girîngiya bi parastin û jiyana wan.

Encumena Nûnerên Iraqê  proje yasaya derbarê jinên rizgarbuyiyên Kurdşn Êzidî pesend kir. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî yasayê peyamek belav kir û ji wê yekê spasiya hemû fraksiyonên li parlamentoya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî ji bo wê yasayê got: “Ev pêngav û destpêkêke girîng e ji bo qerebûkirina xwîş û birayên me yên Êzdî û piştrastîdana li girîngiya bi parastin û jiyana wan. Daxwazê dikîn bi awayeke bi lez dest bi bi cîbicîkirina hemû xalên nav yasayê bê kirin, ji ber ku rewşa hemû jinên me yên rizgarbuyiyên Êzdî û zarok û malbatên wan pêwîstî bi hevkariya bi lez heye.”

Barzanî diyar kir: “Xwîş û birayên Êzdî tuşî komkujiyekî gelek mezin û dirindeyiyeke zêde bûn, bi revandina jin û zarokan û komkujîkirina zilamên wan, ji bilî wêranbûna zêdetirê deverê Şingalê û derbederbûna zêdetirê xelkên Êzdî ku bêguman ewe jî pêwîstî bi dûvdaçûn û biryarên zêdetir e bo ku hemû Êzdî piştrast bin ku dikarin bi piştrastiyê ve vegerin navçeyên xwe û dest bi avadankirinê bikin û dabînkirina xizmetguzariyan bigihe navçeyên wan. Pêngavên girîng jî ji bo vê mebestê bicihkirina hemû xalên rêkeftinnameya Şingal e.”

Derbarê amarên rizarbûyên ji destê DAIŞê de jî Serokê Herêma Kurdistanê got: “Me bi rêya Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzdiyan kariye heta niha 3 hezar û 545 jin û zilam û zarokên Êzdî rizgar bikîn, xwîş û birayên Êzdî piştrast dikîn ku wekî erkê xwe bi hemû awayekê berdewam dibîn ji bo rizgarkirin û eşkerebûna çarenivîsa wan 2 hezar û 768  Êzdiyên ku heta niha jî wenda ne.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye