Nêçîrvan Barzanî êrîşa ser Binkeya Eyn Esed şermezar kir  

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir û tê de  êrîşa mûşekî ya li ser Eyn Esedê şermezar kiriye.

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Gelek bi tundî wê êrîşa mûşekiyê şermezar dikim ku îro çarşem hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkirdayetiya Amerîka li Binkeya Eyn Eseda Asmanî li parêzgeha Enbara li Iraqê kir armanc û li encamê da belênderek canê xwe ji destda. Sersaxiyê li malbat û kesukarên qurbaniyê dikim, li vê dema dijwar da hevsoz û hevxema wanim.

Dûbarebûna berdewamiya gef û êrîşên li ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê ku li ser daxwaza Hikûmeta Iraqa Federal ji bo piştgîrî û hevkarîkirina li rûbirûbûna terorê li Iraqê ne, bi tevahî dijî berjewendiyên Iraqe û aramiya welat û niha û paşerojê dixe metirsiyekî rasteqîn de.

Bêguman Iraq li rewşa niha da hê jî pêwîstî bi berdewamiya hevkarî û yarmetîdana Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo rêgirîkirina bihêzbûna DAIŞê û ji navbirina yekcarekiya wê rêxistina terorîstiye roj bi roj gef û metirsiya wê zêdetir dibê û kirdarên serbazî û tevgerên wê yên terorîstî berfirehtir dibin.

Daxwaz ji Hikûmet û Parlemen û hêz û aliyên siyasî û pêkhat û gelên Iraqê dikim beramber van êrîşan bê deng nemînin û rê nedin li ser hesabê berjewendî û paşeroja wan, Iraq bikin qada pêkdadan û yek alîkirina gengeşeyan.


 

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin