Nêçîrvan Barzanî: Êrîşa moşekî ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peyamek derbarê êrîşa moşekî ya do şev li Hewlêrê de belav kir û êrîş bi tundî şermezar kir.

Di peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir û got: “Êrîşa terorîstî ya şeva derbasbûyî ku bi moşekan li ser Hewlêrê hate kirin û bû sedema wê yekê ku kesek canê xwe ji dest da û neh kesên din jî birîndar bûn, ku hejmarek ji wan Amerîkî ne, bi tundî şermezar dikin. Serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyan dikin û hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Daxwaz ji Encûmena Asayîşa Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî dikin, metirsiya wê êrîşê gelek bi ciddî werbigrin û kar bikin ji bo rêgirtina li nehiştina gefên li ser xelkê Herêma Kurdistanê û li rêya handana Hikûmeta Iraqê ve ji bo bicîhkirina destûra Iraqê û bi taybetî madeya 140.”

Herwiha di beşeke din a peyamê de hat, “Daxwaz ji birêz Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê û Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê dikim, bi lez mekanîzma hemahengiyê li gel Herêma Kurdistanê çalak bikin û hêzên asayîş û Pêşmerge li gel artêş û dezgeh û hêzên Iraqiyan bi beşdariya hevpeymanan li wê navçeyê, pêkve kar bikin û hemaheng bin.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike: “Nebûna hemahengî û hebûna hinek hêz û komên çekdarên derveyî ferman û desthilata Hikûmeta Federal, bûne sedema aloziya navçeyê û wiha kiriye gefeke berdewam li ser Herêma Kurdistanê hebe. Ji bo wê yekê daxwaz ji birêz Serokwezîrê Iraqê dikim bi lez lîjneyeke hevbeşa lêkolînê Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal destbikar bê û bi zûtirîn dem êrîşkar bêne peydakirin û bi sizayên xwe yên yasayî bêne gihandin.”

Kurdistan Haberleri

Trump: Şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe û cîhan dê aramtir bibe
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşeke aloziyan e
Di nav 2 saetan de 4 dron avêtin Hewlêrê
Bafil Talebanî: Niha dema yekîtiyê ye
Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin