Nêçîrvan Barzanî: Em rêz li biryara dadgehê digrin

.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçrîvan Barzanî peyamek derbarê biryara dadgeha Hewlêrê ya 5 cezakiriyên Behdînan de belav kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje “Ev ne biryara dawiyê ye, li gorî yasayê jî mafê cezakiriyan heye ku taneyê li biryarê bidin.”

Ew ê li benda wê proseyê bin, ew têkez li ser serweriya yasayê û rêzgirtin li biryara serbixweyî ya dadgehê û prensîpên mafê mirovan dikin.

Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye dest nîşankirin ku gelê Kurdistanê ti caran ji azadiyê paşve venagere û rê nayê dayîn ku azadî ji bo tinekirina azadiyê jî xirab bihê bikaranîn.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got “Parastin, çespandin û berfitrehkirina azadî û demokrasiyê, wate serweriya yasa û serbixweyiya dadgehê. Serbixweyiya dadgehê jî di çawaniya karê dadgeh û dadweran de tê dîtin.

Dadgeh û dadwer divê rûmeta serbixweyiya xwe di pêxema serweriya yasayê de biparêzin, da ku rûmeta mirovan û rûmeta welat di bin siya rûmeta yasayê de parastî be.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de daxwazê ji hemû aliyan dike, tevî maf û azadiya xwe di rexnegirtin û çêkirina givaşên sivîl li hember her biryarekê, kareke wiha nekin ku bêbawerî bi dadgeh, yasa û hemû saziyan çêbibe. Ji ber ku bêbawerî bi serweriya yasayê, wisa dike ku êdî ti kesek ji jiyan, rûmet, mal, saman û pêşeroja xwe piştrast nebe.

Roja Sêşema derbasbûyî, dadgeha Hewlêrê, bi tometa têkdana asayişa nîştimanî ya Kurdistanê, 5 girtiyên parêzgeha Duhokê bi 6 sal hatibûn cezakirin.

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir