Nêçîrvan Barzanî di konferansa li Zanînga Yale de gotarekê pêşkeş dike

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî Konferansa Rêxistina Dadperwerî bo Kurdan ya roja Sêşemê li Zanîngeha Yale ya Amerîkayê tê lidarxistin dibe û gotara sereke pêşkeş dike.

Konferans di bin sernavê “Kurd li Rojhilatêa Navîn” de tê lidarxistin û Rêxistina Dadperwerî bo Kurd ragihandiye ku mebesta li hev civandina beşdarên konfrenasê ew e ku gotûbêjkirina pêşeroja Kurd û zêdetir bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê ye.

Ji bilî Nêçîrvan Barzanî ku bi awayekî online gotara xwe pêşkeş dike, hejmarek pispor û şarezayên siyasî jî beşdariyê dikin.

Konferansa bi navê “Kurd li Rojhilata Navîn” ji çar beşan pêk tê ku ji bilî Herêma Kurdistanê metirsiya vekişîna tevahiya hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê jî yek ji mijara sereke ya konferansê ye.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e