Nêçîrvan Barzanî bo serdana Papa Francis peyamek belav kir

.

Derbarê serdana Papa Francis bo Iraqê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û diyar kir, ew hêvîdar in serdana Papa Francis bo Iraq û Herêma Kurdistanê bibe sedema anîna pêşerojeke baştir bo me hemûyan.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Hêvîdar im serdana dîrokî ya Papa Francis ya bo Iraqê pêkvejiyana aştiyane û hevsengiyê di navbera ol û etnîkên ciyawaz ên welat de bihêztir bike û bibe sedema hatina pêşerojeke baştir bo me hemûyan.”

Di beşeke din a peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî destnîşan dike: “Ez û gelê Kurdistanê dilxwazin bo qedasetî (Papa) li Hewlêrê.”

Papa Francis di saet 09.35an de bi dema Hewlêrê li Balafirxaneya Fiomicino ya li Roma ber bi Bexdayê ve bi rê ket û di saet 14:00an de, digihije Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê.

Papa Francis dê li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê bi merasîmekê fermî, ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve bê pêşwazîkirin û paşê dê Papa û Kazimî li holeke Balafirxaneyê civînekê li dar bixin.

Piştî kombûna li gel Kazimî, Papa dê berê xwe bide Koşka Serokatiyê li Bexdayê û bi merasîmelê dê ji aliyê Serokomar Berhem Salih ve bê pêşwazîkirin û li nivîsîngeha taybet a Serokomariya Iraqê Berhem Salih û Papa Francis dê bicivin. <

I hope that the historic visit of Pope Francis to Iraq will strengthen peaceful coexistence and harmony among different religions and ethnicities of the country and will result in a better future for all. The people of Kurdistan and I are eager to receive His Holiness in Erbil.

— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) March 5, 2021

>

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû