Nêçîrvan Barzanî bi berpirsên partiyên Tirkmen re civiya

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 30yê Hezîranê bi berpirsên partiyên Tirkmenên Kurdistanê re civiya.

Hat ragihandin ku hevdîtina ligel partiyên Tirkmen li avahiya Partîya Çaksaziyê ya Tirkmenî pêk hatiye û Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokê Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan Abdulqadir Bezirgan ve hatiye pêşwazîkirin.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê û mijara nivîsandina Destûra Bingehîn a Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin û girîngiya di destûrê de parastina mafên hemû pêkhateyan hatiye destnîşankirin.

Herwiha berpirsên partiyên Tirkmenan jî diyar kirine ku ew dê bi rêya destûrê bikarin mafên xwe yên netewî û olî bidest bînin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye