Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê nû yê Rûsyayê re civiya

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê nû yê Rûsya li Iraqê Elbrus Kutrashef û şanda ligel wî re civiya.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Her du alî tekez li ser xwesta du aliyane ya pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Rûsyayê kir.

Herwiha Balyozê Rûsyayê matmayîna xwe bi proseya avadankirin û binyatnan û pêşketinên Herêma Kurdistanê derbirî û bal kişand li ser wê yekê ku Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê girîngiyê bi pirsa Kurd dide, herwiha behsa Kurdên Rûsyayê kir ku li gelek warên girîng ên welat de çalak in û xwedî rol û pêgehên xwe yên diyarin.

Ji bilî hilbijartinên pêşwext û rewşa Iraqê bi giştî, Korona û helmetên derzî lêdana dijî Covid–19, rewşa Sûriye û pêşhatên dawî yên welat, mijareke din a civînê bû. Di civînê de her du alî hevra bûn ku rewşa Sûriye û kêşeyên welat divê li rêyên siyasî ve bêne çareserkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye