Nêçîrvan Barzanî bi Akar re civiya: Divê Iraq erkên xwe bicih bîne

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar civiya.

Hulusî Akar piştî civînên ligel Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve jî hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û şanda Tirkiyê de, behsa serdan û dîdarên Wezîrê Berevaniya Tirkiyê yên li Bexda û Hewlêrê hate kirin û herdu aliyan tekezî li ser parastina aramiya navçeyê û girîngiya hevkarî û hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê kir.

Nêçîrvan Barzanî ji bilî spasiya Tirkiyeyê ji bo alîkariyên şerê DAIŞê bo Iraq û Herêma Kurdistanê tekez kir ku nabe axa Iraqê û herêma Kurdistanê wekî pêgehek gefê li ser Tirkiye û welatên cîran were bikar anîn û hêvî xwest, di vê derbarê de Iraq erkên xwe cîbicî bike.

Herwiha şanda mêvan piştrast kir ku Herêma Kurdistanê wekî her timî faktorê aramiyê li navçeyê dibe.

Di civînê de li ser mijarên pêşxistina pêwendiyên Iraq, Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rêkeftina Şengalê jî hat axaftin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye