Nêçîrvan Barzanî bang li Iraq û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir

.

Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji hikûmeta federalî ya Iraqê û hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê xwest ku li navçeyên nakok ji bo rê li ber bihêzbûna DAIŞê bigre, hêzekî hevbeş bê damezirandin.

Nêçîrvan Barzanî di derbarê êrîşa DAIŞê ya li rojavayê Kerkûkê li ser hêzên pêşmerge daxuyaniyek belav kir.

Serokê Herena Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyê de wiha got?

Şeva borî demjimêr 12:30 çekdarên grûpa terorîstî ya DAIŞê li mîhwerê rojavayê Kerkûkê li nêzikî gundê Qayebaşî ya li ser sînorê Pirdê ya parêzgeha Kerkûkê êrişî sengerekî Pêşmerge kir û di encamê de 3 Pêşmergeyên ku bi qehremanî şer dikirin, şehîd ketin. Ji bo malatên her 3 şehîdên Pêşmerge re sersaxî dixwazim û ji bo brîndaran jî di demeke hêviya başiyê dixwazim.

Me çendîn car hikûmeta federal a Iraqê û Hevpmeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ji metirsiya bihêzbûna DAIŞê û sûdwergirtina ji valahiyên emnî li navçeyên cihê nakokiyê agahdar kirine. Êrişa DAIŞê ya şeva borî li ser mihwerê Pêşmerge de di heman demê êrişên din jî pêk anî.

Li vê derê careke din em ji hikûmeta Iraqê, parlamentoyê hêzên hevpeymaniya navdewletî daxwaz dikin li navçeyên nakok bi lez hêzeke hevbeş ya ji artêşa Iraqê û Pêşmergeyan pêk tê, bê ava kirin. Ji ber ku ev rewş li ser Herema Kurdistanê û hemû Iraqê metirsiyeke mezin e. di heman demê de gef li ewlehiya heremê û cîhanê jî dike. Di vê çarçoveyê de, Herêma Kurdistanê amade ye ku hemî gavên pêwîst bavêje da ku vê hevkarî û hevahengiyê pêk bîne. "

Serê sibeha Îro demijmêr 12:30 xulek li sînorê Pirdê û li nêzîkî gundê Qaye-başî, çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke Pêşmerge kirin û şer derket, di encamê de 3 pêşmerge şehîd ketin û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn