Necat Elî: Di yekxistina hêzên me ya li gel wezareta Pêşmerge de Serok Barzanî xwedî rolekî mezin e

.

Fermandarê yekeyên 80ê yên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragehand, bi fermana Serok Barzanî ve pêngavên yekxistina hêzên wan bo ser wezareta Pêşmerge ya herêma Kurdistanê berdewame û heta naha bi kiryarî jî dû lîwa derbasî ser wezaretê bûne.

Fermandarê yekeên 80 yên Pêşmerge Necat Elî di merasîma dawî hatina perwerde û rahênanên beşekî yekeya 80ê de ji rojnamevanan re ragehand, perwerdeyên naha ji bo wê yekê ye ku hêzên wan wek peykerbendiya (îskelet) wezareta Pêşmerge bên rêkxistin.

Herwaha got, bi fermana Serok Barzanî ve pêngavên yekxistina hêzên wan berdewame û pêngav bi pêngav proseya yekxistinê berdewam dike.

Necat Elî got: ‘’Heta naha 2 lîwayên yekeyên 80ê bi kiryarî jî derbasî ser wezareta Pêşmerge bûne û tenê rêkarên wan ên koordînê mane.’’

Necat Elî ragehand, ku Serok Barzanî roleke mezin di yekxistina hêzan de dibîne û li ser fermana Serok Barzanî pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge birêve diçin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye