Nebîyên Îttîhad Terakki li pey xewnên nû ne!

Cano Amedî

Cono AMEDÎ

Pêşîyên me belasebeb negotine: "Av disekine lê dijmîn nasekin e!" Ev gotinên hanê wêneyên pêvajoya îroyîn radixe ber çavan. Ji destpêka avakirina vê komara tirs û xwînê, heta niha hebûna xwe li ser stûnên derew, Komkujî û jenosaydê daye meşandin. Îro dîsa li pey xewnên doyin e!

Ev pergala dagirkeriyê, stratejî û îdeolojîya desthilatdariya xwe li ser felsefa nijadperestîyê, yek rengî, yek dengî ava kirîye. Bi derew û pergala dagirkerîyê, ev zêdetir ji sed salîye, dixwazin ji kesên bê esil û dewşirmeyên hov netew/miletekî bê kok ava bikin. Kêm netew û civatên ji derve anîne, li ser axa me bi cîh kirine, li ser dijminatîyê perwerde kirine û îro li dijî miletê Kurd bi kartînin. Ev sed sal in ku bi talana welat û keda me, şerekî dijwar li vê erdnîgarîyê didomînin. Bi hemû derfet û îmkanên xwe dixwazin bi ser kevin. Lê belê tekoşîn û bertekên miletê kurd heta îro domkirîye û rê li ber wan asê kirîye.

Îro cardin bi organîzasîyonek mîna “Teşkîlatî Mahsûsa”, bi çete û grûbên narkotîk, bi partî û sazîyên fermî dîsa destpêkirine, dixwazin civata xwe li dijî miletê kurd mobilize bikin. Vêya bi êrîşên rojane, bi zimanê tundrew û gefên komkujîyê dikin. Cardin dixwazin bi wê sîyaseta nijadperestî miletê kurd bitirsînin û dîl bigirin.

Di van salên dawîyê de, çendîn car li metrepolan, li bajarên ku dewşirme û grubên bê esil, di piranîyê de ne, li hemberî miletê kurd êrîşên sîstematîk didin meşandin. Ev êrîşên hanê, ne bûyerên loqal, ne jî yên ji berxweve ne. Ev êrîşên hanê, ji aliyê grûbên şerê desthilatdarîyê dikin, ji bo destê xwe xurt bikin civatê mobilize dikin.

Di van rojên dawîyê de, li bajarê Bursa û hinek bajarên din, bi talîmat û plansazîyek fermî di şexsê sîyasetmedar Leyla Zana de, li hemberî miletê kurd heqaret, bêrêzî û dijmînatîyek hov di asta bilind de tê meşandin.

Hinek aliyên dixwazin ji ava şolî sûd bigirin, van êrîş û dijminantîyê bi nasnama cinsî tarîf dikin û li ser mexdûrîyetê polîtîkayên xwe dimeşînin. Ev heqaret û dijîtî di şexsê Leyla Zana de li hemberî miletê kurd tê kirin. Yên li hemberî me bi hiqûqa dijminatîyê tevdigerin û dixwazin siyaseta xwe li ser civatê desthilatdar bikin.

Li hemberî wan êrîşan, pêwistî bi bertekên netewî û hişmendîya siyaseta milî heye. Ew li dijî miletê kurd êrîşên sîstematîk mobilize dikin û gefên Komkujîyê dixun. Li hemberî wan êrîşan divê hemû alîyên Kurdî bi helwest û bertekên hevbeş, bi hişmendîyek netewî tevbigerin û helwest nîşan bidin. Eger em problemên heyî weke êrîşên li dijî kesayet, cinsî û jinê binirxînin, emê xwe û civata xwe bixapînin. Destê êrîşkaran sivik bikin û rê li ber wan hovên dijminê mirovahiyê xweştir bikin. Ev êrîşên hanê li hemberî miletê kurd tên kirin û divê bertekên me jî li ser asta Kurdewarî bê meşandin...

BAROYÊN bajarên Kurdan û parêzerên di dema hilbijartinan de li ber derîyan dikevin dorê, divê di rojên ewha de li dijî hemû berpirsiyarên wan êrîşan doz vekin. Ji mesûlên tîmên fitbolê bigirin, rêvebiriya klubê û amîgoyan, ji parezgerê bajar, heta wezîrê berpirs, divê doz bên vekirin. Divê li diyaspora, di derbarê dewletê û mesûlên wê de li gel dadgeha mafên mirovan û li gel FIFA`yê doza sizakirinê bê meşandin. Serokê Amedsporê Nahit Eren van rê û rêbazan baş dizane. Divê rê û rêbazên hiqûqî heta dawîyê bikar bînin.

Bertekên ser medyaya civakî têr nake, çênabe li ser mexdurîyetê siyaseta rojane helwestên bê wate bên meşandin. Bi rîya mexdurîyetê, pêvajoya îroyin xurtkirin ne rast e û tu feydeyek nade doza netewî. Divê hemû alîyên Kurdî zanibin ku têkçûna beşekî, an hundekirina destkeftiyên heyî ji bo me hemûyan xirabîyek bi êş, birîn û derzek mezin e. Tirsa wan dagirkeran ji berbanga serkeftin û pêşkeftinên miletê kurd tê. Girêka li Başûrê-Rojevayê Kurdistanê wan ditirsîne û dixwazin xewn û xeyalên xwe yên sed salî bi cîh bînin. Lê dunya ne dunya doyin e, teknolojî û îmkanên ragihandinê ne weke doyin e û miletê kurd jî îro xwedî hişmendîya netewî û xwedî destkeftiyên hukumeta Kurdistanê ye. Xwedî Dîyasporayek ber fireh e. Dostên Kurdan jî ne weke yên sed sal berê ne.

Divê bi hişmendîya milîbûnê em tevbigerin, têbikoşin û weke enîyek netewî van êrîşan rawestînin, li dij van êrîşan bertekên netewî nîşan bidin û bi raya giştî bidin famkirin ku ev êrîş û heqaretên hanê beşekî siyaseta dagirkeriyê ye. Jibîrnekin, bertekên Kurdewarî wê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê derxe ser dîka navneteweyî û wê rê li ber derizandinek sosyolojik veke. Miletê kurd tênê bi yekrezîya helwestên niştîmanî, bi parêzvanîyek netewî, bi tekoşîna enîya milî dikare rê li ber êrîşên hovane bigire an jî asê bike. Bertekên şermezar kirinê divê li ser vê hişmendîyê geş bibe û civatê mobilize bike. Ji bîrve nekin bêdengî cesaretê dide êrîşkaran... 23.12.2025