Navenda Hunerî ya Mamlê ‘Xelata Salê ya 2021ê’ dide Dilşad Seîd

.

Navenda Hunerî ya Mamlê xelata xwe ya îsal pêşkêşî mamoste û muzîkjenê navûdengî yê Kurd Dilşad Seîd dike.

Navenda Hunerî ya Mamlê daye xuyakirin ku ew dê xelata 2021ê pêşkêşî muzîkjenê navdar ê Kurd Dr. Dilşad Seîd bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Her sal li gor şiyana me, ji bo rêzgirtina hunermendê salê, merasîmeke rêzgirtinê ji aliyê Navenda Hunerî ya Mamlê ve tê amadekirin, îsal jî me dixwest em di merasîmeke hêja de vê xelatê pêşkêşî mamoste Dilşad Seîd bikin, lê mixabin îsal ji ber pandemî û nexweşiya Koronayê û ji bo parastina silametiya her kesî, ev derfet pêk nayê.”

Navenda Hunerî ya Mamlê ragihand, “Emê bi nûnerên Navenda Hunerî ya Mamlê û bi nûnertiya hemû wan kesên bawer dikin mamoste Dilşad Seîd hêjayî vê xelatê ye, bi çend kesên rêzdar, bibin mêvanê mamoste Dilşad Seîd û xelatê pêşkêş bikin.”
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye