Navenda HDPê ya Enqerê rastî êrîşekê hat: 'Êrîş li ber çavê polîsan hat 

.

 Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Enqerê rastî êrîşa komek kesan hat ku HDPê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê wek berpirsyarê êrîşê nîşan da û got êrîşa wê komê di bin çavdêriya polîsan de bûye.

HDPê bi daxuyaniyekê ragihand ku şeva borî li demjimêr 00.05 navenda wan a giştî ya li Enqerê rastî êrîşa komeke 3 kesan hatiye û got, “Diyar e ji aliyê kê ve hatine teşwîqkirin.”

HDP da zanîn, “Tevî hebûna polîsan ku ji bo parastina navenda giştî hatine erkdarkirin, ew êrîş pêk hatiye û weke ku ji êrîşê re bûne alîkar. Êrişa di bin çavdêriya polîsan û destesernekirina wan heta niha nîşaneke zelal ka armanc çi ye û ji aliyê kê ve hatiye arastekirin.”

HDPê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu weke berpirsyarê êrîşê nîşan da û got: “Di demekê de ku pêwendiyên siyaset-mafyayê eşkere dibin, ev êrîşên tirsonek û çetegerî li dijî partiya me ne rasthatinek e.”

HDPê bibîr xist, “Ev êrîş nagihîjin armanca xwe” û diyar kir, ew dê wek xeta sêyem xebata xwe ya siyaseta demokratîk berdewam bikin û Tirkiyê ji vê tarîtiyê derxin.

Hat zanîn ku di encama êrîşa bi keviran de ziyaneke canî çênebûye û beşek ji camên avahiyê hatine şikandin.

Li gorî dîmenên dema êrîşê, 3 kes bi keviran êrîşî Navenda HDPê dikin bêyî ku ji aliyê polîsan ve pêşiya wan wan bê girtin ku heta niha ti kes nehatiye girtin.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan