Navê sê kesên Kurd ji aliyê Amerîkayê ve ket nav lîsteya terorê

.

Navê sê kesên Kurd ji aliyê Amerîkayê ve ket nav lîsteya terorê. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî ew her sê kes weke serkirdeyên “Betalyona Kurdî ya Rêxistina Qaideyê” bi nav kir û da zanîn, ew sê kes li ser sînorê navbera Îran û Iraqê çalakiyan dikin.

Mike Pompeo navê her sê kesan destnîşan kiriye û daye xuyakirin:

“Polînkirina Îsmaîl Fuad Resûl Ehmed, Fuad Ehmed Nûrî Elşexan û Nîmet Heme Rehîm Heme Şerîf, wek serkirdeyên Betalyona Kurdî ya Rêxistina Qaideyê radigihînim ku komeke ser bi Qaideyê ve ye û li sînorê navbera Îran û Iraqê çalakiyan dike.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, derbarê her sê kesên Kurd de, tu hûrgiliyên zêdetir eşkere nekiriye.

Li aliyekê din, Pompeo di daxuyaniya xwe ya nû de, Îran bi piştgirîkirina terorê û rêxistina Qaideyê tometbar kiriye û ragihandiye, Îran bûye baregeha nû ya Qaideyê. Pompeo herwiha Îran bi wê yekê tometbar kiriye, ku destê wê di êrişên 11ê Îlonê de yên bo ser her du burcên bazirganî li New Yorkê hebûye.

Axaftinên Pompeo rastî berteka tund a Îranê hat û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf daxuyaniya Pompeo ya derbarê welatê xwe de red kir û got, bi wan axaftinan “nikarin tu kesî bixapînin”.

Zerîf destnîşan kir:

“Hemû terorîstên 11 Îlonê xelkê welatên dilxwazê Mike Pompeo li Rojhilata Navîn bûn, tu kesek ji wan ne xelkê Îranê bûn.”

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye