Navê Erdogan li meydaneke Efrînê tê kirin

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên li Efrînê guhartina navên rê, meydan û bazarên Efrînê bênavber didomînin. Îro navê Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li meydaneke Efrînê kirin.

Grûbên çekdar ên opozîsyona Sûriyê navê meydana Seray a Efrînê guhartin û kirin “Meydana Recep Teyip Erdoğan”

Ev çend roj in grûbên çekdar, navên rê, kolan û bazarên Efrînê diguherînin

Bo nimûne navê Çariyana Kawa bi “Xusin Zeytûn” û navê çariyana Niştimanî jî bi “Çariyana Suheda” guhartine.

Ev proseya guhartina navên rê, kolan û meydanên Efrînê , ji aliyê welatiyên Efrînê ve li ser tora civakî rastî nerazîbûneke tund tê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin