Navalniyê ku hatibû jehrîkirin çawa gihîşt Moskowê hat binçavkirin

.


Siyasetmedarê Rûsî yê muxalîfê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Aleksey Navalniy piştî tedawiya xwe ya li Almanyayê ya li pey jehrîkirinê, îro Yekşemê vegeriya welatê xwe.

Hat ragihandin ku Navalniy çawa gihîştiye Moskowê hatiye binçavkirin.

Medya Rûsî ragihand ku balafira Navalniy tê de bûye gihîştiye Balafirgeha Şeremetyevo ya Moskowê û li wir hatiye binçavkirin.

Servîsa Girtîgehên Federalî ya Rûsyayê derbarê binçavkirina wî de daxuyaniyek daye û gotiye, ji ber Navalniy mercên berdana ji girtîgehê yên 29ê Kanûna 2019an binpê kirine hatiye binçavkirin.

Navalniyê ku ji mirinê rizgar bûye beriya niha bi delîl û pêwendiyên kesên ew jehrîkirine eşkere kiribû ku bi fermana deshilatdariya Rûsyayê ew di balafirê de hatiye jehrîkirin.


 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye