1-Dîroka welatê Xaltaniyê
Di Dîroka Kevnar De Nav û Dengê Xaltiyan
Yek ji mijarên kêvnivîsandî, mijara “Kurdên Xaltanî / Xaltî” ye. An ku Kurdên Banî / Bianî / Ûrartû… Ya rastî, kêm kes ji me dizane ku navê eslî yê Ûrartûyên kevnar “XALTÎ-XALTANΔ ye. Gelek dîrokzanên Kurd, ev rastî xwestine ku binivîsin, hin jî nivîsandine lê mixabin bidestnexistina çavkaniyên kevnar û bêderfetî wisa kirine ku tenê bi gotinên biçûk û bi dengekî nizm ev rastî hatiye gotin. Tevî ku, di zargotina Kurdên Êzdî de, yên ku neviyên Xaltiyên (Ûrartûyên) kevnar in, ev rastî bi dehan caran hatiye dubare kirin. Ma ne zimanê Kurdî û herwiha zargotina gelê Kurd, weke her tim ji hêla me ve tê gotin: “laboratûarên zindî” ne. Ev rastî, ji devê ilmdar û zanayekî Kurd, ji devê Feqîr Kalo Çatuk (Xwedê emrekî dirêj bide wî), bi qewlekê wiha tê gotin:
“Berê em nebûn em sireke ji xewle bûn
Em ber methê xaliqê xwe Xweda bûn,
Em Xaltî bûn, Xwedanas bûn
Ji Ariya, em xelkê xas bûn”
Ev qewl, ev zargotin û ev rastiya kevnare ya ku di ziman û hiş û mejiyê gelê Kurd de hatiye veşartin, daneya herî xurt a vê mijarê ye. Feqîr Kalo, pîrekî Kurd ê Êzdî ji welatê Xaltan e û bi dehan car ev qewl gotiye û ji min re bi xwe jî gotiye ku wî ev gotin ji bav û kalên xwe girtiye, parastiye. Sireke xewle, Xaltî, Arî û xelkê xas… Ne hewceyî şîroveyê ye… Rastiya dîrokî li ber çavan e.
Em divê peyva XALDA/XALTA pêşî analîz bikin. Weke ku tê zanîn û hemû dîroknas di vê de hemfikir in, ev peyv (XALDA), ji hêla gelê ÛRARTÛ ve ji boyî pênasekirina Xwedayê xwe, hatiye bikaranîn. Û li vir xala girîng jî ev e ku peyva ÛRARTÛ ji hêla gelên cinar (Asûr, Babilî, Cihû û hwd.) ve ji boyî wan hatiye gotin, bi wateya “ciyê bilind, welatê bilind“ Ne ku gelê “Ûrartû“ xwe wisa binav kiriye. Wan ji Xwedayê xwe re gotine “XALDA“, ji xwe re gotine “XALDA-YÎ, XALD-Γ (ev peyvsazî di peyva “ÊZ-DA-YÎ, ÊZ-DΓ de jî, bi heman formê xwe dide xuyan). An ku kesê ji Xalda hatibe, kes-gelê ji hêla Xalda ve hatibe afirandin, an ku GELÊ XALDA….
Li vir taybetmendiyeka kevnar a zimanê Kurdî jî li ber çavan e. Ji lew re, dîroknasên biyan (bi zanebûn an na), sedema bikaranîna pêveka –(î)yê qet nefikîriye, li ser wê nesekiniye. Ev jî bi serê xwe pirsek e…! Dîsa têkiliya nav bera beşepeyvên “XWE-DA, ÊZ-DA û XAL-DA“ balkêş e û bi taybetî peyva dawiyê… Tevan de peyva dawiyê DA ye. Û tev de gotinên pîroz û baweriyê ne. Û dîsa wekheviya dengê gotinên XALDA û XWEDA jî bi serê xwe pirsek e. Gelo peyva “Xweda“ ne forma nûjen a peyva “XALDA“ ye…?
Weke ku tê zanîn, Xaltanî navekî pêşiyên Kurdên Êzdî yê kevnar e. Zimanê wan Kurdî ye û ji bilî Kurdî di nav xwe da bi zimanekî din naaxivîne. Ew herêm, a ku ew tê da jiyîne jî wek “Welatê Xaltan” tê binavkirin. Li gorî lêkolînan, gelek lêkolînerên biyan û Kurd, pêwendiya di navbera Xaltiyan û împaratoriya kevnar a Xaldî-Ûrartûyan nivîsandine. Dewleta Xaldiyan an jî Ûrartûyan împaratoriyeke gelekî dewlemend û bihêz bûye. Bandora wan di navbera sedsalên 13‘emîn û 8‘emin (b.z) da li ser axa Kurdistana Bakur hebûye. Gelê wê jî, ji konfederasyona eşîr û êlan pêk hatiye. Welatê Xaltiyan jî, di nav axa wan da ye û peytextê wan Tuşpa jî di nav Welatê Xaltiyan ê îroyîn de ye. Navê Xwedayê Xaldiyan-Ûrartûyan “XALDΔ ye.
Welatê Xaltan, ax û herêma XALTİYAN e. Kî ji wan navê xwe dabe ew çend ne girîng e, ya girîng dîroka wan a herî kêm 3500 salî û her weha hebûna wan a îroyîn e. Heger pirsa we ew be, bi min; erê navê ÊLA XALTAN (neviyên û dûhatiyên Xaldiyên kevnar) navê xwe dayê vê herêmê. Û ev êl ya rasttir konfederasyona eşîran a Xaltan (Ûrartû), weke ku welatê xwe (Welatê Xaltan), weke ku baweriya xwe (Êzdîtî) û navê xwe (Xaltanî) parastine, hebûna xwe jî parastine. Hem jî bi heman navî, bi heman baweriyê û di heman welatê (herêmê) de… Rastî ev çend hêsan e.
Di Serdema Merwanî, Osmanî û Rojkiyan de, Xaltî û Welatê Xaltan
Pêvajoya şerê di navbera Romê û Persan, wek me berê jî rave kiribû, li wan 700 salan, dem bi dem gur dibû û bênavber didomiya. Gelê Kurd û gelên din ên kêmjimar ên Kurdistanê jî ketibûn nava agirê van şeran. Kurdên ku hînê biserxwebûnê bûn, bi giştî xwe dabûn çiyayên asê û bilind, daku çand û biserxwebûna xwe biparêzin. Li gorî pêvajoya dîrokê jî Kurd bi ser ketine, lewra di wan şer û dagirkirinên dijwar da, gelek êl, ol û çand heliyane, netew û zimanên xwe winda kirine. Lê gelê Kurd, bi çand, ziman û kevneşopiyên xwe yên kevnar û zexm ve, herwiha bi alîkariya çiyayên xwe yên asê û bilind ve, xwe û hebûna xwe ji vê xetereya mezin parastine. Ev pêvajo, em dikarin bibêjin ku heta dema ku em tê da dijîn jî wiha maye. Li gorî kronolojiya dîrokê, pêşî da Romê û Persan, piştî Selçuqî-Osmaniyan û Farisan, ya dawî jî Osmaniyan û Rûsan-Îraniyan ve ew rewş heta îro hatiye. Bêguman ev rewşa han, zirareke mezin ji bo pêşxistina şaristaniya gelê Kurd jî afirandiye. Di van şeran û xweparastinan da, û li gel dagirkirina dewletên mezin ên dema xwe ve, mirovan, ji bilî jiyana xwe fikra tişteke din nedikirin û ev jî gorî rewşa wan a bêçar, normal bûye.
Ji sala 639‘an pê ve, artêşên Ereb, hêdî hêdî xwe li Kurdistanê nîşan dan. Ji ber lewazbûna van herdu dewletên mezin -lewra şerên dijwar di navbera wan da diqewimiya- ev artêşên nû û bihêz, bi hêsanî axa Kurdistanê bi dest xistin. Berê xwe dane herdu dewletan û ji ber lewaziya wan jî, bi ser ketin. Sasaniyan ji holê rakirin û ketine şûna wan. Bûne nûnerê Rojhilatê li hemberî Romê. Li Kurdistanê jî bi gelê Kurd ra, dem bi dem şerên dijwar jî kirin, lê wek me li jor rave kiriye, gelê Kurd ji wan herdu dewletên dagirker jî aciz bûn û hinek bi dilê xwe, hinek jî bi zordestiyên Ereban derbasî dînê Îslamê bûn.
Piraniya Kurdan ên ku me qala wan kiriye, hinek bi xwestina xwe, hinek jî ji ber zordestiyan Îslamê pejirandin. Lê beşek ji Kurdan, en ku dûhatiyên wan vêga wek Kurdên Êzdî tên binavkirin, dest ji dînê xwe bernedan û ola xwe ya kevnar di nav jiyan û çanda xwe da parastin. Pejirandina dînê Îslamê ji hêla Kurdan ve, di pêvajoyê dîrokê da xwedî sedemên cuda cuda ye. Dana bacê, an jî cîzye (kesên neMisilman didan) di vê pejrandinê da roleka giring lîstiye. Ji ber vê piraniya Kurdan derbasî Îslamê bûn. Di dema Emewiyan da, şerên dijwar jî qewimîn, lê piştî Emewiyan, dewra Ebasiyan da rewş guhêrî û Kurdan di herêmên xwe da serbixwetiya xwe bi dest xist. Lewra, piraniya Kurdan ji aliyê Ebasiyan bûn li dijî Emewiyan.
Di çavkaniyên wan deman da qala êl û welatê Xalta zêde naye kirin, lewra ew bi xwe jî Kurd bûn û weke hemû Kurdan, ji hêla Ereban ve wek “Ekrad (ên Kurd)” dihatin binav kirin. Lê em baş dizanin ku, Xaltanî dema hatina Ereban jî tê da, heta dawiya sedsala 19‘em, dîsa li herêmên xwe jiyîne. Û dîsa eşkere ye ku, di nav dewletên Kurd ên weke Şeddadî, Mirdêsî, Merwanî û Eyyubiyan da jî weke Kurdên din serbixwe û serbest jiyîne.
Damezrenerê Merwaniyan wek tê zanîn Bazê Dostik e. Û ew bi xwe Kurdekî ji herêma Hîzan-Şêrwan (Sêrta îro) e (1). Navê wî Baz e û Kurdî ye, weke navê bavê wî Dostik. Ew ji herêma xwe derketiye û li gel Kurdên hawirdora xwe civandiye, Heskîfê, Sêrtê, Xerzan, Botan, Rihayê, Farqînê û Amedê xistiye bin desthilatdariya xwe. Di gelek şeran da bi lehengî têkoşiye û dewleteke bihêz damezirandiye. Pira Mala Badê jî, li ser navê wî hatiye avakirin ji hêla xwarziyên wî ve. Piştî mirina wî, xwarziyên wî yên ku ji heman herêmê ne, desthilatdarî xistine destê xwe û dewleta xwe berfirehtir kirine. Deşta Bişêriyê û Xerzan (Erebî Erzen, Tirkî Garzan, Îbn’ûl Ezraq ev herêm wek Erzen bi nav dike), jî di destê wan da bû, a ku Kurdên Xalta û herêmên wan jî girêdahiyê wê herêmê bû.
Û dîsa divê bê gotin, bi taybetî keleha Xerzan û waliyê wê, di şerên desthilatdariyên mîrzayên Merwaniyan da ciheke giring û taybet girtine. Îbn’ûl Ezraq ê dîrokzanê Kurd, di pirtûka xwe a giranbuha “Dîroka Kurdên Merwanî” da, qala Kurdên wê herême jî dike û dibêje, Kelha Xerzan di destê kî da bûya, ew dibû hikimdar, lewra artêşa herî mezin li wira bû. Giringiya vê herême ku Xaltî jî tê da bûn, wek yek ji êlên Kurdan ên bihêz dijiyan, a ku Îbn’ûl Ezraq berfirehî rave kiriye li ber çavan e. Îbn’ûl Ezraq dîrokzanê wê demê yê herî navdar e û wî bixwe wiha gotiye. Bi alikarî û piştgiriya eşiretên Kurd ên Erzen (Xerzan) text dîsa gihîştiye zarokên Merwan. Waliyê Erzenê Ebû’l Qasim wan eşiretan kiriye yek û careke din Amedê û Farqînê ji Şeroyê kurê wezîrê Merwaniyan bûye, standiye û spartiye Merwaniyan. (2).
Û wek tê zanîn, Xaltî jî, êla herî pirmirov û bihêz a wê herêmê ne. Piştrastkirina vê rastiyê ne tenê Îbn’ûl Erzak rave dike, herwiha Şerefxanê Bedlîsî yê navdar jî, di pirtûka xwe a Şerefnameyê da, a ku piştî Îbn’ûl Ezraq 400 salên din nivsandiye û bûye yek ji wan pirtûkên herî giring ji bo dîroka Kurdan, qala Xaltiyan bi berfirehî dike (3).
Şerefxan, Xaltiyan wek êleke bihêz û wêrek dinasîne. Dibêje ku berê da, piştê dagirkirina Dewleta Merwaniyan ji hêla Melikşahê siltanê Selçukiyan, herêmê Xaltiyan (Erzen-Xerzan) girêdahiyê Eyyubiyên Heskîfê bû. Lê piştî şerê Çaldiranê yê sala 1514‘an, ku di navbera Osmaniyan û Safeviyan da diqewime, û bi serketina Osmaniyan dawî dibe, Siltan Selîmê Osmanî, herêma Xerzan an ku Welatê Xaltan wek diyarî dide Mîr Mihemedê Sasûnî… Mîr Mihemed, şerên Osmanî da gelek kêrî Siltan Selîm tê û dema Siltan jê pirsa daxwazên wî dike, Mîr Mihemed herêma Xerzan a ji pêşiyên wî jê re mîratmayî bû, dixwaze. Wê demê ev herêma berdar, destê Melîk Xelîlê Eyyûbî da ye. Li vira pirsek dertê holê. Peyva mîratmayî pirsek e. Û em vê jî, dîsa li gorî Şerefxan dizanin ku, Mîrên Sasûnê jî weke ên Bedlîsê ji eşîra Rojkî ne û kurmamên Mîrên Bedlîsê ne, ango beramberê hevdu ne. Ev wateya çi ye, eşkere ye. Berê da, ango dema damezrandina dewletê Rojkiyan a Bedlîsê da ev herêm a Rojkiyan bûye. Mîr Mihemedê Sasûnî, mîrata bav û kalên xwe xwestiye. Pêşi da ev herêm girêdahiyê Rojkiyan bûye. Û dîsa em dizanin ku Xalti yek ji wan 24 eşîrên Kurdan in ku dewleta Rojkiyan ava kirine. Navê eşîra Xaltî di nav şaxê eşîrên Qewalîsî da tê nivsandin (4). Ev jî pêwendiya Rojkiyan li gel Xaltaniyê piştrast dike. Sedema gotina “mîratmayî” divê ev sedem be. Û daxwaza Mîr Mihemed tê pejrandin. Li ser vê diyariyê, şerek di navbera Melîk Xelîl ê Eyyûbî û Mîr Mihemedê Sasûnî da diqewime û li dawiyê, Xerzan (Erzen) dighîje Mirên Sasûnê. Bi vê, dîsa li gorî Şerefxan, sê eşîrên vê herêmê jî, di bin desthilatdariya Mîrên Sasûnê da cihên xwe digrin. Yek ji wan eşîran jî, eşîra Xaltaniyê ye (5).
Bûyerên dîrokî ên Mirekiya Sasunê (wek hikûmeta Hezzo jî tê binav kirin) da, vêca em zelaltir têsîra êla Xalta dibînin. Şerefxanê nivîskarê Şerefnameyê bixwe artêşeke mezin berhev dike û berê vê artêşa xwe dide keleha Hezzo. Sedema vê jî, bidestxistina desthilatdariya vî hikûmetî ye. Şerefxan li gorî gotin û lêstikên wezîreke Mîrên Sasûnê, ku navê wî Şemseddîn e, xapiyabû û dixwest Mihemed Begî ji ser textê daxîne û birayê wî Ehmed Begî deyne şûna wî. Ev bûyêr di sala 1596‘an da diqewime. Şerefxan vê beşê wiha rave dike:
“Dema ku xebera vê êrîşa han hat sehkirin, hinek kesên maqûl ên ji eşîreta Susanî, Xaldî û ji çend eşîretên din gihiştin vê qene’etê û gotin ku: Ger Mihemed Beg li ser hukum bê rakirin û Ehmed Beg bi saya alîkarî û piştgiriya hêzên biyaniyan bê ser hukum; wê çaxê ji me re jî, ji bo ku em firsetê nedin Boxtanî li me tehdayî û zilmê bikin, ji bilî ku em di nav xwe de ji xwe re mezinekî hilbijêrin û kar û barên welatê xwe pê bispêrînê, tu rê tune. Belkî ev helwesta me bibe sebeb ku hêviyên Ehmed Beg û Şemseddîn bişkên û paş de vegerin û dev ji vî karê ku dane pêşiya xwe berdin (6)“
Li ser vê peymanê, Mihemed Begê Sasûnê dev ji textê berdide û teslîmê Bahaeddîn Begî pismamê xwe dike. Lê Şemseddîn bela xwe jê venake, lewra kurê Şemseddîn ji hêla Mihemed Begî va hatibû kuştin. Ji Bahaeddîn Begî serê Mihemed Begî dixwaze. Dema Mihemed Begî vê daxwazê dibîhîze, bi nameyeke watedar Bahaeddîn Begî ra dinvîse û bi vê şiklê xwe xelas dike û li vira dîsa bandêrî û hêzbûna Xaltiyan eşkere dibe, lewra Şerefxan wiha didomîne:
“Di dawiyê da, Mihemed Beg xwe avêt koşa Eşîreta Xaldî. Bi alîkariya Mihemed Axayê Xaldî Abekî, ji wir berê xwe da Kela Sasonê û bi piştgiriya xelkê navçeyê ket hundurê keleyê û li wir bi cî bû…”(7) Ji van gotinan em vê rastiya dîrokî jî fêr dibin ku Mihemed Axayê Xaldî, dema xwe da mezinahiya êla Xalta kiriye û bihêz jî bûye, lewra Mîrê Sasûnê, xwe bi wî, Mihemed Axayê Xaldî va parastiye.
Piştî jî, Ehmed Beg wek hikimdarê Hikûmeta Hezzo tê îlan kirin ji hêla hêzên Botî û yên din va. Lê Mihemed Beg, textê spartibû li Bahaeddîn Begî, û Bahaeddîn Beg jî biryara berxwedanê dabû. Li vir dîsa navê eşîra Xalta derbas dibe. Di heman rûpelê da Şerefxan vê bêşê jî wiha rave dike :
“Hinek kesên ji Eşîreta Xaldî çûn derûdora qeraxên Çemê Hezzoyê (wek Çemê Xerzan, Çemê Ridwanê û Çemê Êzdîxane jî tê zanîn-Xerzî) ku hereketên dijmin keşf bikin û serûgûhê wan li ser bin…. Lê, dijmin beyana sibê, bi siwarî bi hespên xwe ve sêbahî kirin û ji çem derbas bûn û hatin qeraxên din ên çem; êrîş birin ser hêzên Bahaeddîn ên pêşeng û çend kes ji Xaldiyan kuştin û ên sax mayîn jî bazdan û deng û behsê vê bûyera han gihandin Bahaeddîn” (8)
Li vir, gotina “hêzên pêşeng” bala mirov dikşîne, lewra hêzên pêşeng, wek hatiye nivîsandin, ji Xaltiyan pêk hatiye. Û ev şer, li qeraxên Çemê Xerzan qewimiye, anku li herêma Xaltiyan… Xaltî li ber xwe dane û çend kes ji wan hatine kuştin. Dîsa em têdigihîjin ku, yekitiyeke zexm di navbera eşîretên Sasûn û Hezzoyê da hebûye, û cudahî, neyartî û nakokiya olan qet tune bûye li wê demê, her çiqas dijmin dîsa wek Kurdên Botî hatibine nîşan dan. Ev rewşa han a taybet, ji bo analîzkirina sedemên bûyerên destpêka sedsala 19‘em da, di navbera Kurdên Êzdî û Misilman da qewimîne, wê reyên nû ji bo me veke. Lê pêşî da divê em qala Xaldiyan a ku Şerefnameyê da hatiye nivsandin bidomînin. Dîsa qala Mihemed Axayê Xaldî tê kirin û ji vê beşê jî tê xuyanê ku, Mihemed Axayê Xaldi Abekî, tola kuştiyên xwe ên ku ji hêla hêzên Şemseddînê wezîrê kevn ê Mîrên Sasûnê ve hatibun kuştin li qeraxên Çemê Xerzan, hilaniye. Li gorî gotinên Şerf Xan, mirovekî bi lez û bez ji Sasûnê tê û wiha dibêje:
“Şeva îna 6‘ê şeşekan (meha şewalê), Şemseddîn di nav keleyê de ji aliyê Mihemed Axayê Abekî ve hat kuştin; Ehmed Beg jî li ser textê Fermanrewatiya Hezzoyê hat avêtin… Temamê eşîret û qebîleyan ji bo anîna Mihemmed Beg (ev Mihemed mîrê Sasûnê ye berê ye) berê xwe dan rê û çûn Sasonê. “ (9) Li vir jî xuya dibe ku, eşîretên Sasûn û Hezzoyê êrîşî kelha Hezzo dikin û Şemseddînê wezîr, ê ku bibû sedema şer, bi destê Mihemed Axayê Xaltî ve tê kuştin û piştî jî Mîr Mihemedê Sasûnê dîsa datînin li ser texta wî. Dîsa xuyaye ku çalakiyên Xaltiyan di vê vegerandina textê li xwediyê kevn, roleke giring leyistine.
Li vira tesbîteke giring divê bê tomar kirin. Ev rola Xaltiyan ku di Dewleta Merwaniyan û mirekiya Sasûnê da leyistine, wek Kurdên Êzdî van karan pêk anîne. Wê demê jî Êzdî bûne, ango wan karan ne wek Kurdên Misilman pêk anîne. Li vir ev rastî dertê holê. Li wan deman da cudahiya olan qet nedihatin niqaş kirin. Bi tenê, Kurdbûn an jî welatperwerî dimeşiya. Li dijî dagirker û neyarên xwe hêzên xwe kiribûn yek û wek gelek, wek neteweyek dijiyan. Bi kurtahi nakokî an jî pevçûn di nav bera Kurdên Êzdî û Misilmanên wê demê da tune bû. Olên wan ji hev cuda bû lê netewa wan yek bû. Hemû Kurd bûn û vê rastiyê baş dizanibûn. Ev rewşa baş, li her deverê Kurdistanê heman bû, ne bi tenê Sasûnê da. Lewra, bûyereka giring an jî şereke taybet li wan deman da nehatiye nivsandin û tomarkirin.
Wek Şerefxan nivîsandiye, Xaltî tim û daîm di nav eşîrên Kurdan da ciheke birûmet û girîng girtine. Nakokî û pêvçûn pêşî hilweşandina mirekiyên Kurdan an jî piştî xerakirina otorîteyên wan ji hêla Osmanî ve destpê kiriye. Li vir bi baldarî divê ev pêvajo bê nirxandin. Gelo ev nakokî kengê, çawa û çima destpê kiriye. Hemû Kurdan wek bira û hevpar jiyana xwe didomandin li wan deman, di mîrekiyan û dewletan da, weke dema Merwaniyan û Mîrên Bedlîsê û Sasûnê da. Ev nakokî û pevçûnên bêoxir wek em dizanin di destpêka sedsala 19‘em da destpê kiriye, bi taybeti di navbera salên 1825 û 30‘an da li deşta Bişêriyê. Li vira destên qirêt divê bêne dîtin û ravekirin. Di dema pêş de, em ê lêkolînên xwe yên derbarê Xaltiyan de bidomînin û em ê ev beşê veşartîmayî yê dîroka gelê me, bi alîkariya mamosta Kemal Tolan ronak bikin…“
Berî 1850‘an, çiyayên derûdora Ridwanê ku Mîrzikê Zaza û êla Xalta tê da desthilatdarî kirine bi navê “ Çiyayên Xalta” dihat nasîn. Gelo ev Çiyayên Xalta, ne yek ji wan çiyan e ku Xaldî ji bo parastina xwe çûne derûdoran wan? Çawa em dizanin û wiha ye jî, ev çiyayên Xalta çiyayên asê û bilind in. Û weke her dem Kurdan xwe bi van çiyan parastine. Dibe ku Xaldiyên kevnar, ango pêşiyên Xaltiyên Ridwanê û Welatê Xaltan, hatibin û di van çiyayên asê da bi cih bibin.
Rêya kevnar a ji başûrê Wanê (Tuşpa-peytexta Xaldiyan jî li başûra Wanê bû) ve tê û rojavayê ve diçe ber bi Xerzan û li Bişeriyê re derbas dibe; gel û qewmên kevnar her dem ev rê bi kar anîne. Ji bo Xaldiyên kevnar, ji bo ku aliyê başûr û rojavayê ve herin, rêyeke din a hêsantir, li gorî zanista erdnigarî tune ye. Lekolînerê Îngilîz ê navdar Taylor jî di pirtûka xwe da hawîrdora Ridwanê nexş kiriye û çiyayên derûdora Ridwanê wek Çiyayên Xalta binav kiriye (13) .
Nexşe li jêr e:
Çiyayên Xalta
( Chaldy Dax) di başûra Ridwanê da, di navbera Çemên Xerzan û Botan da cih digre, û alî başûr va diçe, dighîje milê çepê Dîjleyê.
„Agahdariyên hîn zêdetir binêre çavkanî *1-Rûpel:20-78
„Tuxûbên welatê Xaltan
Tuxûbên welatê Xaltan ji Kendava Îranê, ji Avên Dîcle û Firatê, ji Neynawa (Mûsil) heta Goma Wanê, ji Kargamiş, Axanû heta Mereşê, ji Arînna-Xattûşa yê (Alacahoyuk) heta Giresorê Derya Reş, ji Angorê heta Çiyayê Spî yê Manîsa û heta Derbenda Derkêşa Mîran (Karabel) û heta Derya Spî. Ji Heleb, Hamath, Minbûk û ji Kadeşê heta Derya Sor û her weha di nava wan tuxûbên qewirandî de wekî welatê Xaltan cihê xwe di rûpelên dîrokê de girtiye û Serbajêrê Xaltiyan jî Kargamiş bû.*2-229
Welatê Xaltan ku di roja me de jî cihwarê hoz û êlat, berek û binemalên şaristaniya Xaltan a kevnar ku di roja me de jî reseniya xwe diparêze weha ye: Bakûrê wî Bişêr û Qurtelan in. Başûrê wî jî Bajêrê Heskîfê û ava Çemê Dîcleyê dikeve navbera wan herêman de.Yan jî ji hêlek din ve bakûrê wî çiyayên Xerzan, başûrê wî jî rêze çiyayên Ramanê ne. Welatê Xalta dikeve navbera çiyayê Xerzan û rêze çiyayên Ramanê de. Her wekî me di serî de gotî di kevnariya dîrokê Welatê Xaltiyan xwediyê erdnîgariyek pir berfireh bû lê di kûrayiya dîrokê de û her weha di şer û nexweşiyên navbera şaristaniyan de bi tenê beşek ji vî welatî maye. Di vê beşa vî welatî de jî 366 gundên Êzdiyan bi nav û nîşan hebûn. Lê mixabin bi fermanên dewletên dagirker û her weha bi zext û zora gelên misilman û hin kurdên misilman yên ku bi salane li ser wan tê meşandin ji welatê wan terikandine û misilmanên herêmê dest danane ser gund û warên wan. Niha jî hejmara gundên wana na gihîje 20 gundan.Ew jî di derdorên salên 80’ yî vir ve hatine valakirin û belavî welatên ewropî bûne.“*2-231
Bi dîtina min êdî zelale ku, peyva Xaltan-Xaltî, di nav hinek herêman de weke navê eşîrekê, di nav rûpelên dîrokê û ilmê Êzdiyatiyê de jî weke navê dewleta Kurdî ya herî kevn têye naskirin !
Kemal Tolan, Xemxwar, berhevkarê dîrok û zargotina-kevneşopên Êzdîtiyê- 23.06.2025
*Çavkanî:
- Kemal Tolan -Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyên Xaltî, Izmir-Weşanxana NA 2021
- Wasfi Ak, JI SERDEMA DÎROKÊ HETA ROJA ME, 174 FERMANÊRÎŞÊN LI SER BAWERIYA EZDAYÎ, Weşanên Sîtav ê 2025