NATO: Li Iraqê bi rola Amerîka ranabin

.

 NATO red dike ku rola hêzên Amerîka li Iraqê bigire û tekez dike, hukûmeta Iraqê bi awayekî fermî daxwaza zêdekirina hêzên NATO li Iraqê kiriye.

Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Bakurê Atlantîk (NATO) li Iraqê Peter Olson ragihand, NATO dê li ser perwerdekirina hêzên Iraqê berdewam be, lê rola hêzên Amerîkayê ngire.

Herwiha destnîşan kir, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî bi awayekî fermî daxwaza zêdekirina hêzên NATO kiriye.

Olson herwiha diyar kir, 300 leşkerên NAtOyê li Iraqê hene û ew ne hêzeke şerker e û ti agahî derbarê çekdarên DAIŞ'ê de jî nedane hêzên Îraqê.

Peymana Bakurê Atlantic (NATO) plan dike hêza xwe ya leşkerî li Iraqê zêde bike û hejmara leşkerên xwe ji bo 4500 leşker zêde bike.

Ev plana NATOyê di demekê de ye, alozî di navbera Amerîka û mîlîşyayên Şîe ên Iraqê zêde bûye, bi taybet ji piştî kuştin Fermandarê Lîwayê Qudisê yê Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî.

Hin diplomatkar dibêjin, ev erkê NATOyê li Iraqê, ji hebûna hêzên Amerîkî zêdetir, ji alîyê Îraqiyan ve tê pejirandin.

K24
 

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike