NATO: Em şerekî sar û pêşbirka çekî naxwazin

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku polîtîkayên agresîf ê Rûsyayê dibin sedema bêaramiyê û em şerekî nû yê sar naxwazin.

Stoltenberg di axaftina xwe ya konferansa Navenda Xebatên Polîtîkayên Navneteweyî ya Zanîngeha Ottawayê de got: "Polîtîkayên agresîf ê Rûsyayê dibin sedema bêaramiyê. Em şerekî nû yê sar û pêşbirkeke çekî ya nû naxwazin."

 

Jens Stoltenberg li Ottawaya paytextê Kanadayê di berdewamiya axaftina xwe de got: "NATO ji bo ku li gor rewşê helwesta xwe diguherînê tifaqa leşkerî ya herî serkeftî ye. Şerê sar bêyî guleyekê jî berde qezenç kir. Pêşveçûnên navneteweyî pêwistî bi NATOyê kir û Afganistan ji bo vê mînak e."

Stoltenberg di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em pêşbirkeke çekan a nû naxwazin û li ser bersivdayinê rawestiyane. Em şerekî nû yê sar naxwazin. Ji bo têkiliyên baştir ê bi Rûsyayê re em ê bixebitin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin