Nasyonalîstekî Navdar Li Rojavayê Kurdistanê: Mele Mistefayê Hilêliyê

Îbrahim Guçlu

Îbrahîm GUÇLU

Ez dema di nav tevgera Kakurê Kurdistanê de bûm xebatkarekî û min serxwebûna Kurdistanê û Azadiya Neteweya Kurd parast, şik tûne ye ku bi hemû beşên Kurdistanê û bi taybetî jî bi Tevgerên Neteweyî yên Beşên Kurdistanê re jî têkildar bûm. Gelek kesayetên navdar yên li beşên din yên Kurdistanê jî bi nav min nas dikir; yek ji wan kesan Mele Mistefayê Hileliyê jî hebû.

Dema min Navê Mele Mistefa Hileliyê nas kir û an jî bihîst, min “Hilêlî” wek paş navê wî dizanî. Lê dema ku di dawiya sala 1978-an de ez çûm Rojavayê Kurdistanê navdar e û li gundê xwe xwediyê qedir bi qiymet e. Wê demê min zanî ku Mele Mistefa Hilêliyê bi navê gundê xwe tê nas kirin.

Ev yekê bi xwe jî diyar dikir ku Mele Mistefa Hilêliyê, ji aliye civakî de jî xwediyê qedir û qîmeteke bilind e.

Ew kesekî ji derve re û perwerdeyê re jî vekirî bû.. Lewra wî bi xwe jî perwerdeya medreseyê xwendi bû. Di encama xwendina xwe de gihîşti bû qonaxa Meletî ye.

Loma jî zarokên wî hemû xwande bûn. Kûrê wî kesê hêja Sileymanê Mele Mistefayê Hilêliyê ku pirr ciwan jiyana xwe wenda kir; li Tirkiyeyê Unîversîteya Stenbolê Zanîngeha Teknîk ya bi nav û deng qedandi bû. Dema ku li Stenbolê bû, ew ji malbateke kurdperwer û neteweyî dihat û kurê Mele Mistefayê Hilêliyê bû, li Bakûrê Kurdistanê jî piştî salên 1974-an dostanî bi rêxistinên Kurdistanê re pêk anî..

Piştî Kutedaya 12ê îlona 1980yî berpirs û kurdperwerên Bakurê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, Sileymanê Mele Mistefayê Hileliyê gelek alikariyên mezin ji wan re kir. Dema ku ew alîkarî dikir, ne hemwelatiyê Sûriyeyê bû; kare dikir jî gelek bir risk bû.

Dema ku min di sala 1968-an de Mele Mistefayê Hilêliyê nas kir, wî meletî nedikir. Dihat gotin ku demeke dirêj jî meletî nekiriye.

Wî her demê bi awayekî Kurdîtî kiriye û xebatkarekî Doza Kurd û Kurdistanê bûye.

Endamê PDK a Sûriyeyê…

Ew beriya PDK a Sûriyeê ava bibe, bi hemû welatparêz û rewşenbîrên navdar bi Celadet Bedixan Beg, Heco Axa, Mele Hesenê Hişyar, Dr. Nûrî Dersîmî, Qedrî û Ekrem Cemîlpaşazadê, Qedrî Can, Mele Hesenê Hişyar, Reşîdê Kurd, Apê Osman Sebrî re têkîldar e. Ji xebatê wan yên weşanî û perwerdeyî ya Kurdî re alîkar e.

Ew piştî ku Partiya Demokrat a Kurdistanê Sûriyeyê di sala 1957-an de li Rojavayê Kurdistanê tê damezrandin, ew jî dibe endamê partiye. Ew di partiyeê de jî endamekî çalak e û di nav gel de giraniyeke wî jî heye.

Dema ku di partiye de cûdayetiya milê rast û mile çep çê dibe, ew xebata xwe bi Dehamê Mîro re didomîne.

Ew di partiye de Rêbaza Barzanî bi awayekî Ortodoks hişk dimeşînin. Ew di şerê li dijî Mele Mistefa Barzanî de dibe terefekî xurt û ji bona ku Rêbaza Barzanî xurt bibe li Rojavayê Kurdistanê pêş bikeve û bê parastin, xebateke xurt bi hevalên xwe ve dimeşînin.

Parazvanê Rêbaza Barzanî û Şoreşa Neteweyî ya îlonê…

Li Rojavayê Kurdistanê ew li Rojavayê Kurdistanê wek Barzanîst dihat nas kirin. Li Rojavayê Kurdistanê ew grubeke xûrt bûn. Rêbaza Barzanî ji bona wan xet û riya neteweyî ya Kurdistana serbixwe û azadiya neteweya Kurd bû. Ji bona wan Rêbaza Barzanî, xet û riyeke neteweyî bê niqaşe bû.

Loma jî ew piştgirêkî xurt yê Şoraşe Neteweyî ya İlonê (1961) jî bû.

Ji berê de Ji Tevgera Başûrê Kurdistanê re jî bi piştgiriya xwe navdar bû. Lê diyar bû ku tu kesî jî ne dizanî ku ew çewa û bi çi riyê ji Şoreşa Başûrê Kurdistanê re alîkarî dike.

Ew di xebata xwe de gelek sirrî û îllgal bû. Lewra tu dem ji Rejîmên Sûriyeyê re û bi taybetî jî, ji Rejîma Baasê re baweriya wî tune bûye.

Her dem jî, ji Rejîmên Sûriyeyê dûr çûye. Karên xwe di şertên veşartî û îllegal de meşandiye.

Wî, ji çepgiran hez nekiriye, çepkiran jî, ji wî hez nekirine.. Loma jî di derbarê jiyana wî de êrişên mezin bûne. Gor baweriya min ew êrîşan ne mequlin û ne jî di cî de ne.

Loma jî demadi sala 1966-an de di nav Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Iraqê û Mele Mistefa Barzanî de cûdayetî çê dibe, ew li dijî Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî gelek vekirî dibe piştgirê Mele Mistefa Barzanî. Li Rojavayê Kurdistanê jî bi dost û hevalên Ibrahîm Ehmed û Celal Talabanî re dikeve nav têkoşîneke îdeolojîk ya neteweyî. Lewra ew, îbrahîm û Celal Talaban li dijî Tevgera Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê dijmin qebûl kiriye.

Mele Mistefa û Şoreşa Neteweyî ya îlonê dema zora Dewleta îraqê dibe û Rejîma Baasê mecbur dibe ku di 11ê Adara 1970yî de bi PDK a Iraqê û Serokê Şoreşa Neteweyî ya Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî re Peymana Otonomiyê çê bike û qebûl bike, ew jî wek her Kurdekî û parazvanekî Rêbaza Barzanî û Neteweya Kurd gelek kêfxweş dibe.

Piştî avabûna Otonomiya Kurdistanê jî, ji Otonomiya Kurdistanê re dibe piştgirekî xurt.

Ew jî wek her kurdekî di têkçûna 1975-an de gelek xemgîn dibe…

Wek tê zanîn ku di Peymana11ê Adara 1970yî de, qedera Kerkukê bi plebîsîtê re hatibû girêdan. Di Peymanê de hatibû pejirandin ku di sala 1974-an de li Kerkukê Plebîsît çê bibe.

Lê Rejîma Baasê ji bona ku baş dizanî ku di encama plebîsîtê de Kerkuk dê bikeve bin desthilatdariya Neteweya Kurd û Otonomiya Kurdistanê; loma jî li hemberî Plebîsîta Kerkukê dest bi provokasyonan kir..

Dema ku Rejîma Baasê di provokasyonên gelek xeter de serkeftî nebû, biryar da ku li hemberî Otonomiya Kurdistanê dest bi bike.

Di encama siyaseta şowen û nîjadperest ya Rejîma Baasê de Şerê Kurdan û Ereban dest pê kir.

Yekîtiya Sovyetan bi her babetî û bi belafirên xwe piştgiya Rejîma Baasê kir, lê dîsa jî Rejîma Baasê şikestinên mezin yên eskerî re rû be rû bû.

Loma jî Rejîma Baasê ji bona pêşiya Kurdan û Desthilatdariya Otonomiya Kurdistanê bigre, bi Iranê re Peymanek çêkir, axa xwe ya bi qiymet Şatul Ereb da Dewleta Îranê.

Wê deme Emerîkayê jî piştgiriya xwe ji Şerê Kurdanm qût kir.

Peymana Cezayîrê di navbera Iran û Iraqê de pêk hat. Di vê peymanê de Dewleta Tirk a Kolonyalîst û Sûrişyeyê jî piştgirê xurt dan Peymana Cezayîrê.

Mele Mistefa Barzanî û Serokatiya PDKê ji bona pêşiya qetlîameke mezin bigrin, dest ji şer berdan û Otonomiya Kurdistanê jî encama vê yeke têk çû.

Mele Mistefayê Hilêliyê jî wek her Kurdekî gelek xemgîn bû.

Piştî têkçûna Otonomiya Kurdistanê ji Pêşmergeyên Kurdistanê re dile xwe û mala xwe vedike…

Piştî ku Otonomiya Kurdistanê têk çû, hêjmareke mezin ya Pêşmergeyan jî Derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.

Mele Mistefayê Hileliyê jî dil û mala xwe ji pêşmergeyan re vedike.

Mele Mistefayê Hilêliyê heta mirinê (sala 2012an) jî ev Rêbaza Barzanî meşand û tu wext pişta xwe neda Rêbaza Barzanî.

Dema ku min ew rû be rû nas kir, min pê re hevdîtin kir, min wê deme dît ku îradeyeke wî ya gelek xurt ya kurdperwerî û Kurdistanîbûnê heye.

Wî piştî demekê dûr û dirêj xebata xwe ya neteweyî xweser û bi gûbeke gelek teng re meşand.

Ew di pirsa PKK de jî di destpêkê de gelek zelal bû û ew xeter didîtin. Dema ku bi Dewleta Sûriyeyê û Rejîma Baasê re pêwendiyên PKKê û Ocalan çê bû, wî digot ku “dê bi dest û hewildana PKKê karasatên mezin dê bên sere milêtê kurd.”

Nêrînê wî jî, wek nêrînê gelek Kurdpeweran rast derketin.

Beriya mirina xwe bû şahide Şerê Wekatelê ya PKKê.

Beriya jiyana xwe ji dest bide, li Bakurê Kurdistanê semînerek peşkeş kir…

Mele Mistefayê Hilêliyê, demeke kurt ya beriya ku ji nav me koç bike û jiyana xwe ji dest bide hat Bakurê Kurdistanê Bajarê Diyarbekîrê.

Li Diyarbekîrê jî derfet bû ku em hevdîtin bikin. Min, di hevdîtina me de pêşniyar û daxwaz ji cenabê wî kir ku di derbarê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdisranê semînerekê peşkeş bike.

Wî jî ew daxwaza min qebûl kir.

Min ji semînerê re rêvebirî kir.

Seyda, derbarê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û pêwendiyên PKKê Dewleta Sûriyeyê de nêrînên gelek hêja û girîng peşkeş kirin.

Nêrînên wî û gelek beşdarên semînerê wek hev bûn.

Hezar mixabin nêrînên wî yên neteweyî û bi Doza Kurd û Kurdistanê re girêdayî bûn, di salên 2025-2026-an de li Rojavayê Kurdistanê rast derketin.

Vê yeke jî diyar kir ku Seyda kesekî dûrbîn û girêdayî Doza Kurd Kurdistanê bû. Loma jî berjewendiya neteweya Kurd ji bona wî girîng bû.. Li bûyeran û geşadanan bi vî çavî dinert. Loma jî nêrînên wî objektif û wîcdanî bûn.

Loma ez di dawiya nivîsa xwe de dikarim bibêjim ku Mele Mistefayê Hilêliyê di nav Tevgera Rojavayê Kurdistanê de stunek bû û nasyonalîstekî navdar bû. Loma jî li ser nasnameya wî gelek gengeşî hebûn.

Bakurê Kurdistaê/Bajarê Tatwanê, 23.09.2025