NASA: Li ser rûyê Heyvê av hatiye dîtin

NASAyê aşkere kiriye ku “ev keşif dide xuyakirin ku dibe av li ser rûyê Heyvê belav bibe û ne tenê li cihên sar û bisih be.”

 

Saziya Asmanî û Fezayê ya Netewî ya DYAyê (NASA) aşkere kiriye ku cara yekê ye li ser rûyê Heyvê yê tavê dibine, wan av dîtiye.

NASAyê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û tê de gotiye, “Resetxaneya Stratosferê ya Astronomiyê ya Infrared, cara yekê ye ku li aliyê tavê dibine yê Heyvê av hatiye dîtin. “Ev keşif dide xuyakirin ku dibe av li ser rûyê Heyvê belav bibe û ne tenê li cihên sar û bisih be.”

Xebatkarên Navenda Firîna Fezayî ya Goddardê ku navenda wê li Marylandê ye, wan jî piştrast kirine û gotine li ser ruyê Heyvê av hatiye dîtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Paul Hayne, Profesorê Astrofîzîkê yê ji Zanîngeha Coloradoyê û ekîba wî lêkolîn li ser dîmenên kamerayê yên peykeke NASAyê bi dest xistiye û germahiya wê kirine. Hayne û ekîba wî gotine, di encama lêkolîna wan de derketiye holê ku girseyên cemede nêzîkî 40 hezar kilometrekare ne ango ji sedî 0.1ê ser rûyê Heyvê digirin. 

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe