Nancy Pelosi: Sîyaseta Trump rê ji Rûsya û Tirkîye re vekirîye

Seroka Encûmena Nûneran a Amerikayê Nancy Pelosi dîyarkir, ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Tirkîye, di mijara Sûrîye de mafayê ji sîyaseta Trump werdigrin.

Navenda Nûçeyan- Pelosi liser proseya dûrxistina Serokê Amerikayê Donald Trump, bi taybet girêdayî mijara Ukrayna axifî, ku li gor tometê Serokê Amerikayê alîkarîya 400 milyon Dolaran bo Ukrayna, wekî fişarek sîyasî bikaranîye.

Seroka Encûmena Nûneran a Amerikayê,  herwiha sîyaseta Trump a Rojhilata Navîn, bi taybet Sûrîye bi tundî rexne kir, ku Rûsya û Tirkiye maf ji sîyaseta Trump wergirtin e. Dîyarkir, ku Moskow û Enqere dixwazin li Rojhilata Navîn bibin du welatên bibandor û Trump rê ji bo wan vekirîye.

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir