Namzedê PDKê bû cîgirê serokê parlamentoya Iraqê

Di rûniştina îro ya Parlemana Iraqê de, Dr. Beşîr Xelîl Hedad, ji firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê, wek cîgirê duwem ê Serokê Perlemana Iraqê hat hilbijartin.

Dr. Beşîr Xelîl Hedad ragihand, ku piraniya kêşeyên Kurdan ligel Hikûmeta Bexdayê, hebûna me di Perlemana Iraqê de, erk e, û pêwîst e em vî erkî ji bo xizmetkirina gelê me û bicîkirina destûrê bikar bînin.

Cîgirê duwem ê Serokê Parlemana Iraqê Dr. Beşîr Xelîl Hedad, got: Tevî ku hîn Kurd di çarçoveya Iraqê de ne, lê piraniya kêşeyên Kurdan ligel Hikûmeta Bexdayê ne, lewra hebûna me di Perlemana Iraqê de, erk e û pêwîst e em vî erkî ji bo xizmetkirina gelê me û bicîkirina destûrê bikar bînin.

Dr. Beşîr Xelîl Hedad diyar kir, ku pêwîst e Kurd li Bexdayê kar ji bo kêmkirina nakokiyên di nav Hewlêr û Bexdayê, di çarçoveya destûrê de bikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin