Nameya Pîrozbahîya Seroka Piştgirên PAKê li Ewropa Seval Mert, ji bo  Manî Hussaini û Seher Aydar

.

Manî Husaînî Kurd e, di 12 salîya xwe de bi malbata xwe re hat Norweçê. Ji 2014 heta 2018 serokayetîya Yekîtîye Karkerên Xort kir. Di hilbijartinên herêmî yên 2011an wek endamê Meclîsa Şaredarîyê ya Ulensaker û endamê meclîsa bajarê Akershus hat helbijartinê. Ji 2013 heta 2017 ji bajarê Akershusê wek Parlamentarê Temsîlî ya Norweçê kir. Manî Husaînî di hilbijartinê Norweçê de ji partîya Karkeran wek parlamentar hat hilbijartinê.

Seher Aydar esil Kurd e, di 11 salîya xwe de hatîye Norweçê û di xortanîya xwe de bûye aktîvîstekî sîyasî. Bi salan di pêşengîya xortan de kar kirîye. Berpirsiyarîyên cûda girtîye. 2010an de bûye sekreterê ciwanan ku ji xwe re dibêjin Xortên Sor. Di 2012 wek Serokê Xortên Sor hat helbijartinê. Û berpirsîyarîya aborîya rêxistinê kir. Seher Aydar di helbijartinên çend roj berê de li herêma xwe wek parlamentarên yekem hat hilbijartinê.

Bi vê minasebetê seroka Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK li Ewropa Seval Mert nameyekî pîrozbahîyê ji bo herdû parlametarên Kurd Seher Aydar û Manî Hussaini re şand.

Kurdistan Haberleri

Suhbeta Emîn Narozî li Kitêbxaneya Kurdî
Koreya Başûr û Japonyayê ragihand ku Koreya Bakur mûşekên balîstîk berdane
Efrîn: Vegera kurdan berdewam e, lê malên wan talanbûyî ne
HSD dana postekê serbazî bi Ebû Hatem Şeqra red dike
Sûriye û Îsraîl li Ewropayê hevdîtinên veşarî pêk tînin