Nakokiyên Hewlêr û Bexdayê û berjewendiyên Amerîkayê

.

Diyar Kurde

Berî sedsalekê, beşek ji Kurdan ku li welatê xwe dijiyan, di bin Peymana Sykes-Picotê de, li dewleteke nûçêkirî ya bi navê Îraqê hatin zêdekirin.

Wê demê ne ji Kurdan û ne jî ji Îraqiyan hat pirsîn ka gelo ew dixwazin bi hev re di çarçoveya welatekî yekgirtî de bijîn an na. Loma jî Kurdan ji destpêkê ve ev dabeşkarî red kir û ji wê demê ve ji bo guhertina vê rewşa sepandî xebatê dikin.

Di heyama sedsala borî de, dîrokê şahidiya gelek şoreş û serhildanên Kurdan li dijî desthilata navendî ya Îraqê kiriye, her wiha şahidiya bi dehan komkujiyên Kurdan ên ji aliyê hikûmeta Îraqê ve kiriye û carinan jî aştî di navbera her du aliyan de çêbûye.

Çawkani: Rudaw

Lê belê heta niha ne şaşiyên kujer ên hikûmeta Îraqê ne jî daxwaza Kurdan a ji bo pêkvejiyanê di çarçoveya Îraqeke xwedî serwerî de nebûne sedema çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên di navbera Kurdistan û Îraqê de.

Nakokiyên vê dawiyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser pirsa dabeşkirina budceyê, veberhênana li çavkaniyên xwezayî û hinartina neftê, ne tenê nakokiyên di navbera hikûmeteke navendî û herêmeke federal de ne, belkî ev rengvedana nakokiyeke kûrtir û bingehîntir di navbera du neteweyan de ye ku daxwazeke tam a her duyan jî ji bo pêkvejiyanê û her wiha sifirkirina pirsgirêkên xwe nîne.

Îraq ji ziyanên rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê baş serwext e û baş jî têdigihêje ku eger Herêma Kurdistanê veberhênanê di gaza xwezayî de bike, sûda wê ji bo tevahiya Îraqê heye û dibe ku alîkariya Îraqê ji bo bidestxistina serxwebûna enerjiyê ji Îranê bike.

Li gel vê yekê jî ji bo Bexdayê zehmet e ku rastiya hebûna Herêmeke Kurdistanê ya bihêz qebûl bike. Bexdayê di dirêjahiya dîrokê de xwestiye ku Kurd di rewşa bindestiyê de bin, her çend ev siyaset li ser hesabê aramî û xweşguzeraniya tevahiya Îraqê be jî.

Ev siyaset bi awayekî bingehîn çavkaniya xwe ji tirseke kûr digire, ew jî ew e ku hebûna Herêmeke Kurdistanê ya bihêz dibe ku rojekê ber bi serxwebûna tam ve biçe, tiştekî ku Bexda bi tu awayî naxwaze qebûl bike.

Bi dîtina min, pêwîst e serkirdeyên Îraqê raveyên xwe di bin çavan re derbas bikin, pêwîst e Herêma Kurdistanê ya bihêz pesend bikin ku ev yek di berjewendiya hemû Îraqiyan de ye.

Eger daxwaza wan ew e ku Herêma Kurdistanê bi Bexdayê ve girêdayî be û ew pêwendî qut nebe jî divê qet nefikirin ku vegerin ser modela beriya rewşa 2003yan: Hikûmeteke navendî ya xurt û nenavendiyeke qels.

Hevrikiya bidestxistina hêzê li Îraqê û pêgeha stratejîk a Kurdan

Piştî dagirkirina Îraqê ji aliyê Amerîkayê ve di sala 2003an de, Kurd wek hêzeke bibandor di avakirina dewleta Îraqê de derketin holê û roleke berbiçav di nivîsandina destûra nû de lîstin.

Di dîroka Îraqê de ev cara yekem bû ku Kurd heta asteke bilind bi daxwaza xwe, bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya siyasî li Bexdayê bibin û daxwaza mana di çarçoveya Îraqê de pesend bikin.

Li gel vê yekê daxwaza hevparî û pêkvebûnê di navbera Hewlêr û Bexdayê de demeke kurt ajot. Ev yek piştî ku aliyên Şîe yên Îraqê gihîştin desthilatê û Sunî jî dihatin ku piştî şer rabin ser pêyên xwe qewimî.

Ev yek jî bû sedema guherîna qada hêzên siyasî li Îraqê û careke din Kurd hatin piştguhxistin, ber bi sînorên xwe ve hatin dehifandin û bi awayekî pratîkî ji çavkaniyên dewleta Îraqê hem ji aliyê siyasî û hem jî ji aliyê aborî ve bê par man.

Digel vê yekê, heta îro jî ti aliyê Îraqî bêyî piştevaniya Kurdan nikare hikûmeta Îraqê ava bike lê di her gereke hilbijartinan de, aliyên siyasî yên Şîe hejmarek soz didin Kurdan û piştî avakirina hikûmetê zûzûka ji bîr dikin. Ev sozaşikandin û nepêbendiya Bexdayê nakokiyan ji nû ve zindî dike û rê li ber pêşveçûna pêwendiyan digire.

Bê guman, bandoreke mezin a Îranê jî li ser Îraqê heye. Şopa Îranê bi eşkereyî li ser helwesta Bexdayê ya li hemberî Herêma Kurdistanê diyar e. Beşek ji vê dijberiyê bi nêzîkbûn û hevalbendiya Herêma Kurdistanê ya bi Amerîkayê re girêdayî ye, ku bi nêrîna Îranê ev gefek e li ser berjewendiyên wê yên li herêmê.

Kompanyayên Amerîkî bi salan e ku veberhênanê di çavkaniyên xwezayî yên Herêma Kurdistanê de dikin û bûne alîkar ku Herêma Kurdistanê bibe xwedî aboriyeke serbixwe.

Ev jî pêşketineke ku hikûmeta Bexdayê her tim li dijî wê bûye, bêyî ku guh bide ka ev pêşketin di berjewendiya tevahiya welêt de ye an na, belkî her tim ev pêşketina Herêma Kurdistanê weke gefekê li ser desthilata xwe dîtiye.

Ji ber vê yekê ez şaş nemam dema ku min berteka Wezareta Petrolê ya Îraqê derbarê wan her du peymanên ku vê dawiyê di navbera Herêma Kurdistanê û du kompanyayên Amerîkî de hatin îmzekirin dît û pişt re jî doza yasayî li dijî wan tomar kirin.

Ji ber vê yekê jî divê Kurd kartên xwe bi rengekî zîrektir bi kar bînin. Niha ku Îraq ber bi hilbijartinan ve diçe, divê bi hişyarî biryarê bidin ka di avakirina hikûmeta nû de piştgiriya kê dikin.

Pêwîst e Kurd bi awayekî stratejîk pêgeha xwe ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û piştrast bin ku zexta berdewam a ji aliyê Bexdayê ve dê berteka siyasî ya Herêma Kurdistanê li pey xwe bîne.

Pêwîst e di gotûbêjên xwe yên bi Amerîkayê re jî bi zelalî vê yekê bînin bîra Washingtonê ku dûrbûna Amerîkayê û çavjêgirtina wê ji reftarên Bexdayê, bedelek e ku eger di demeke kurt de Kurd bidin, di demeke dirêj de dê Amerîka jî wê bedelê bide û dibe ku bi hêsanî jî neyê telafîkirin.

Ji ber vê yekê, pêwîst e Amerîka têbigihe ku girîngiyeke zêdetir bide pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re, wekî ez dê li jêr şirove bikim. Ji ber ku bihêzkirina wê pêwendiyê ne tenê xizmeta berjewendiyên Herêma Kurdistanê dike, belkî dibe sedema parastina berjewendiyên stratejîk ên Amerîkayê û aramiya zêdetir li tevahiya herêmê jî.

Kurd û hevsengiya hêza Amerîkayê li Îraqê

Dema ku em rewşa Îraqê dinirxînin, diyar e ku berjewendiyên Amerîkayê ji bilî Herêma Kurdistanê, li tevahiya beşên din ên Îraqê rûbirûyî gelek astengiyên cidî bûne.

Îraqa ku Amerîkayê bi milyaran dolar û her wiha bi xwîna sedan leşkeran û bi alîkariya Kurdan ji destê Sedam Hisênê dîktator rizgar kir, piştî 2003yan qada wê ya siyasî rûbirûyî gelek dabeşkariyan bûye.

Komên Şîe ku piştgiriyeke xurt ji Îranê werdigirin, karîne bandoreke mezin li ser desthilata Bexdayê bikin. Hikûmetên ku wan ava kirine, her tim li berjewendiyên Îranê difikirin. Di heman demê de, aliyên Sunî perçebûyî ne û hêza wan a lazim nîne û ji bo piştgiriyê bêhtir pişta xwe bi welatên din ve girê didin, ne ku xwedî nêrîneke dûrbîn a ji bo herêmê bin.

Li hemberî vê, Herêma Kurdistanê her tim girîngiyeke kûr daye wan nirxên hevpar ên wekî pêkvejiyan, xweşguzeraniya herêmê, şerê li dijî terorê û rêgirtina li vegera DAIŞê.

Wan îsbat kiriye ku ew hevparekî pêbawer in li herêmê û sedemeke bihêz a aramiyê ne. Di heman demê de bûne bingeha hegemonyaya Amerîkayê li herêmê û hevsengiya hêzên herêmê parastiye.

Eger Amerîka pişta xwe bide Kurdan dê şaşiyeke stratejîk a kujer be ku dê ziyaneke mezin bigihîne berjewendiyên demdirêj ên Amerîkayê li Rojhilata Navîn.

Wekî ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî 21ê Gulana 2025an li pêşberî Kongreya welatê xwe got, otonomiya Kurdan li Îraqê stûneke sereke ya siyaseta Amerîkayê ya li hemberî Îraqê ye.

Ev siyaseteke rast e û divê vê bidomînin û bibe siyaseteke stratejîk a dirêjdem û pêwîst e Washington veberhênaneke zêdetir li ser wê bike.

Divê Amerîka bi bêdengî li nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nemeyzîne û weke pirsgirêkeke navxweyî ya Îraqê lê nenêre. Ji ber ku ev ne tenê pirsgirêkên navxweyî ne, belkî pirsên stratejîk in û bandora wan a rasterast li ser berjewendiyên Amerîkayê li herêmê heye. Divê Washington weke pirseke stratejîk a herêmê bi van nakokiyan re tevbigere.

Siyaset Haberleri

Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn
HSD: Îdiayên Wezareta Karên Navxwe ne rast in
Tayyip Erdogan: Kurd di parlementoyê de xwedî potansiyeleke mezin in