Nadia Muradê, digel Çavuşogluyî civiya

Keça Kurda Êzidî, Nadiya Muradê ku wergira Xelata Nobel a Aştiyê û Balyoza Niyetpakiyê ya Netewên Yekgirtî ye, daxwaz ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşogluyî kir, ku artêşa Tirkiyê bombebaranên ser Şingalê rawestîne.

Nadiya Murad ku ji bo beşdarîkirin di Korbenda Duha de li Qeterê ye, li ser hesaba xwe ya twîterê ragihandiye, li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiyaye û di vê civînê de behsa bombebarana herî dawî ya Tirkiyê bo ser Şingalê kiriye.

 

Nadiya Murad di peyama xwe de dibêje, wê di vê civînê de daxwaz ji Çavuşoglu kiriye ku bombebaranên li ser Şingalê rawestîne.

 

Nadiya Murad dibêje: “Pêwîst e Tirkiye û Iraq pêkve kar bikin bo dîtina çareseriyekê ji bo rêgirtina ji bombebaranên ser Şingalê”.

Di derbarê hevdîtina li gel Nadiya Murad de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî li ser twîtera xwe ragihandiye, ku ew li gel Nadiya Murad civiyaye û” behsa rewşa Êzidiyan kirine”.

 
Çavuşogluyî di twîtta xwe de gotiye “PKK, PYD û YPG berdewam e li ser zilma xwe li her kesî li Iraqê û Sûriyê, Êzidî, Aşûrî û Kurd jî tê de”.
 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin