Nadia Muradê bi rêûrêsmekê xelata xwe wergirt

Xelata Nobela Aştiyê ya sala 2018an îro ji bo Nadya Murad û Denis Mukwege hat pêşkêşkirin. Berî rêwresma bexşîna xelatê, li Oslo paytexta Norwecê komek çalakî birêve çûn.

Şahê Norwecê xelata aştiyê ya Nobelê dide Nadiya Murad û Denis Mukwege.

 

Xelat bi navê zana û dahênerê fizîkê yê Norwecî Alfred Nobel e, ku di sala 1896an de koça dawî kiriye.

 

Di çarçova wê rêwresmê de û di simînarekê de behsa çendî babetên komkujiyê li cihên cuda yên cîhanê  hatin kirin û amaje bi wê yekê kirin, hewlên ji bo nehîştin û dubarekirina wan komkujiyan berdewam in. Beşdarên simînarê ji bilî pîrozkirina li Nadya Murad, bi dengê hemû jinên ku ketin ber destdirêjiya seksî dizanin.

 
Beşê duyem ê simînarê ji bo fîlmekî documentary li ser jiyan û kesayetiya Nadya Murad û Êzidiyan hate terxankirin.  Derhênerê fîlmê hewl dabû dewlemendiya kultur û destkeftên girîng ên Êzidiyan bixe ber çavên bîneran.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin