Muzexaneya Duhokê: Bîra dîrokî ya jiyana kurdewarî

.

Bi boneyê Roja Cîhanî ya Muzexaneyan, Muzexaneya Keltûrî ya Dihokê deriyên xwe li ber mêvanan vekir û bi çendîn çalakiyan tekezî li giringiya parastina kelepûra kurdî kir. Di muzexaneyê de, niha zêdetirî 500 parçeyên kêmwêne yên jiyana bav û kalan hene.

Muzexaneya Keltûrî ya Dihokê, ku di sala 1998an de hatiye avakirin, di bin dirûşma "Keltûr, Dîrok, Ziman" de çalakiyên xwe yên salane lidar xistin. Ev muzexane wekî dibistaneke dîrokî tê dîtin ku jiyana kurdewarî ya berê û şarezayiya nifşên borî nîşanî nifşên nû dide.

Rêveberê Muzexaneya Keltûrî ya Dihokê Remezan Îsa diyar kir, di hundirê muzexaneyê de zêdetirî 500 parçeyên cuda û giranbiha hene. Ev parçe, amûrên karê rojane yên berê, cilûbergên kurdî yên resen, kelûpelên çandiniyê û amûrên hunerî yên kevnar in. Îsa tekez kir, ev muzexane "dergehek e ji bo naskirina nasnameya neteweyî."

Welatiyê bi navê Elend Mezûrî, ku serdana muzexaneyê kiribû, anî zimên ku her parçeyek di vê muzexaneyê de, xwedî ramana xwe ya taybet e. Mezûrî got: "Pêwîst e em giringiyeke zêdetir bidin muzexaneyan, ji ber ku muzexane stargeha parastina dîrok, çand û zimanê me ne. Ev amûrên ku em li vir dibînin, çîroka berxwedan û jiyana zehmet a bav û kalên me vedibêjin."

Muzexaneya Dihokê ne tenê ji bo parastina kelûpelan, lê wekî navendeke perwerdehiyê ji bo nifşên nû û dergehek ji bo naskirina keltûrê kurdî ye. Ev sazî salane mêvanyariya gelek geştiyar û xwendekaran dike da ku wan bi kok û dîroka civaka kurdî bide naskirin.

Ev çalakî peyamek e ji bo hişyarkirina civakê ku muzexane ne tenê cihê kelûpelên kevin in, lê belê nasname û mîrata neteweyekê ne ku divê ji bo paşerojê werin parastin.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Reuters: Pakistanê 8 hezar serbaz û balafirên şer bo parastina Sûdiyeyê şandin
Wezareta bergiriya Tirkiyê fermana seferbeglikê ji bo 7.686 kesan şand
Jimara kesên bê kar ji 13 milyonan derbas kir
Keştiya USS Gerald R. Ford dageriya DYAyê
Rapora Amnesty ya 2025an: Ji sedî 80yê îdaman li Îranê ne