Mûzexaneya çanda kevnar a êzdiyan dê li perestgeha Laleşê bê nûjen kirin

.

Perestgeha Laleşê tê nûjen kirin û serpereştyarê nûjen kirina perestgehê ragehand, pêşneyar tê kirin ku mûzexaneyekî çanda kevnar bê ava kirin.

Serpereştyarê nûjenkirina perestgeha Laleşê Endazyar Xalid Nermo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Xana êzî, yek ji wan cîhên dîrokî yên pîroz ên perestgeha Laleşê ye. hewl dê bê dayîn li gel nûjen kirina perestgehê Xana Êzî jî bê nûjen kirin û piştî nûjen kirinê jî bibe mûzexaneya çandî ya kevnar.’’

Herwaha got: ‘’Dîroka Xana Êzî pir kevnare û naha hewl tê dayîn bê nûjen kirin û bê parastin.’’

Xalid Nermo got: ‘’Kar kirin li perestgeha Laleşê û nûjen kirina wê berdewame û Xana Êzî jî dê bê nûjen kirin û dê bibe mûzexaneya çandî ya kevnar. Naha ew projeye di dest rêxistinan de ye, bi taybet jî Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî hemû hewldanekî dide, ku Xana Êzî bê parastin.’’

Xalid Nermo got: ‘’karkirina nûjen kirina perestgeha Laleşê berdewame û naha kar li ser nûjen kirina gelek cîhên din ên pîroz a êzdiyan li perestgeha Laleşê tê kirin.’’

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye