Mustafa Ozçelîk û Mesut Tek li Batmanê civîna agahdarîyê pêk anî

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk û Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek, îro (24.04.2019) li Batmanê civînek li dar xist.

Di civîna bi armanca nirxandina encamên hilbijartinê yên 31ê Adara 2019an û pêşeroja Tifaqa Welatperwer û Demokrat pêk hatî, îro li Teşkîlata PAKê ya Batmanê encam da.

Di civînê da, pêşî Cîgirê Serokê PAKê M. Feyyaz Ekmen axivî.

Piştî axaftina Ekmenî, Mustafa Ozçelîk û Mesût Tek, agahdarîyên berfireh di derbarê xebatên Tifaqê da dan û encamên hilbijartinên 31ê Adarê bi awayekî berfireh nirxandin.

Ozçelîk û Tek, herwiha berdewamîya Tfaqa Welatperwer û Demokrat a ku bo hilbijarinên 31ê Adarê ji alîyê PAK û PSKyê va hatibû avakirin bilin nirxandin û girîngîya berdewamîya vê Tifaqê û li ser gavên pêwîst bo geşkirin û berfirehkirina Tifaqê, bîr û rayên xwe anîn zimên.

Civîna ku gelek rewşenbîr û sîyasetmedar, endamên Komîsyona Batmanê ya Hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat, endam û rêvebirên PAKê jî beşdar bûbûn, bi pirs û bersivan bi awayekî berhemdar bi dawî hat.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin