Mustafa Özçelik: Êrîşa li Konyayê êrîşeke nîjadperestî û plankirî ye ,emê serê xwe li ber qatilan û li ber yên li pişt wan netewînin

.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk derbarê êrîşa li hember malbatekî kurd a li bajarê Konya ya Tirkiyê pêkhatî de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Daxuyaniya nivîskî ya Mustafa Ozçelîk waha ye:

Êrîşa li Konyayê êrîşeke nîjadperestî û plankirî ye ,emê serê xwe li ber qatilan û li ber yên li pişt wan netewînin

Li navçeya Meram a ser bi parêzgeha bajarê Konya ya Tirkiyê de roja 30.07.2021ê grûbeke nîjadperestên Tirk bi awayekî plankirî êrîşeke çekdarî birin ser malbateke Kurd û di encamê de ji vê malbata Kurd 7 kes hatin qetil kirin û mala wan hate şewitandin.

Berpirsê vê êrîşê yê esasî Dewleta Tirkîyeyê ya ku çavên xwe ji êrîşkeran re digire û bi sîyaseta xwe ya li dijî Kurdan cesaretê dide êrîşkeran, rê ji van erîşan re xweş dike ye.

Miletê Kurd li himberî van êrîşan dê serê xwe netewîne.

Divê hemû pêkhateyên gelê me, tifaq û yekgirtineke berfireh ya neteweyî, niştimanî bihûnin.

Em vê êrîşa nîjadperest a plankirî rûreş dikin.

Em sersaxîyê ji malbata Dedeogullari û ji hemû gelê me re dixwazin.

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn