Mustafa Özçelik digel şandeyekê, serdana Fûara Pirtukan kir

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik, digel şandeyekê îro çarşemê 26ê Îlonê, çû Fûara Pirtûkan a Amedê ya TUYAPê ku piştî 4 salan hate vekirin.

Îro, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, digel şandeya ku ji Cîgirên Serokê PAKê Feyyaz Ekmen, Kasım Ergün û Saît Aydoğmuş û herwiha Endamên Lijneya Birêveberiya Meclîsê ya PAKê Zînet Dinçer û Henîfî Turan çû serdana Fûara Pirtûkan a Amedê.

Mustafa Özçelik û şandeya PAKê bi taybet çûn serdana weşanxaneyên kurdî ên wekî Pirtûkakurdî, Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Rûpel, J&J, Apec, Sîtaw, Nûbihar, Avesta, Deng û hwd. û serkeftin ji wan re hat xwestin.

Herwiha Özçelik û şandeya PAKê serdana Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanê ya Mezopotamyayê (MED-DER) kir.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin